Qeyûm 84 karker ji kar avêtin 2021-01-01 12:15:33   AMED - Qeyumê Şaredariya Amedê 84 karker ji kar avêtin.    Piştî Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariya bajarê mezin a Amedê kir, Qeyûmê Şaredariya Amedê 84 karker ji kar avêt. Karkerên ji kar hatin avêtin, di serdema Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê HDP’î Selçuk Mizrakli de ketibûn kar. Ewil qeyûm Hasan Basri Guzeloglu tayînî şaredariyê kirin û piştre Munîr Karaloglu tayîn kirin. Piştî Karaloglu hat ser kar, 84 karker ji kar dûr xistin. Karkeran diyar kirin ku qeyûm dê karkerên din li şûna wan bigirin kar û ji ber ji kar hatine avêtin dê serî li dadgehê bidin.  Piştî qeyûm Guzeloglu, qeyûm Munir Karaloglu tayînî şûna wî kirin, Munîr Karaloglu, piştî hat ser kar 84 karker ji kar avêtin.