Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa hişyariyê de birîndar bû 2021-01-01 16:11:35 COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê, êrîşa eskeran parast û diyar kir ku Reşît Ekîncî, di encama “guleberdana hewa ya hişyariyê" de birîndar bû.   Li Gundê Çemêkurk ê Navçeya Rûbaroke ya Colemêrgê şevê din eskeran li ser welatî Reşît Ekîncî gule reşandin. Di êrîşa eskeran a çekdarî de welatî Ekîncî birîndar bû. Bûyer di 30'ê Kanûnê de pêk hat. Di daxuyaniyê de anî ziman ku li herêma Gir a Raqama 1216'an li herêma Qedexe ya Eskeriyê 6 kesên şikdar hatin dîtin. Walîtiya Colemêrgê, êrîşa eskeran parast û diyar kir ku Reşît Ekîncî, di encama “guleberdana hewa ya hişyariyê" de birîndar bû.