'Divê berteka civakî bê bilindkirin' 2021-01-02 09:09:36 STENBOL - Parêzvanên mafên mirovan ku ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên berê di nav Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê de cih girtibûn, diyar kirin ku çalakiya ku di dema pandemiyê de tê kirin fikarên wan zêdetir kirine û gotin: "Heger dilê me û bihîstina xebera mirinê tune be, divê em berteka civakiyî bilindtir bikin."   Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hatine destpêkirin, ji 27'ê Mijdara 2020'an ve didomin.    ÊN JIYANA XWE JI DEST DAN    Herî dawî di 8'ê Mijdara 2018'an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E'yê çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û di 16'ê Kanûnê de li tevahiya girtîgehan belav bûbû.  Piştî wextekê çalakî veguherîbû rojiya mirinê û çalakî 200 rojî dewam kiribû û li tevahiya cîhanê belav bûbû. Di dema vê çalakiyê de li bajarê Krefeld ê Almanyayê Ûgûr Şakar di 20'ê Sibata 2019'an de agir berdabû bedena xwe û di 22'yê Adarê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daabû. Her wiha girtî Zulkuf Gezen ê 33 salî jî di 17'ê Adarê de li Girtîgeha Tekirdag a Jimare 2 a Tîpa F'yê, Ayten Becet a 24 salî jî di 23'yê Adarê de li Girtîgeha Gebze ya Jinan, Zehra Saglam a 23 salî jî di 24'ê Adarê de li Girtîgeha Oltû ya Tîpa T'yê, Medya Çinar a 24 salî jî di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Mêrdîn a Tîpa E'yê, Yonca Akici jî di 9' Adarê de li Girtîgeha Şakran a Jinan, Sîraç Yuksek jî di 2'yê Nîsanê de li Girtîgeha Osmaniye ya Jimare 2 a Tîpa T'yê û Mahsûm Pamay jî di 5'ê Nîsanê de li Girtîgeha Xarpêt a Jimare 1'ê li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîbûn.    Piştî daxwaz hatibûn qebûlkirin di 26'ê Gulan a 2019'an de bi bangawaziya Rêberê PKK'ê Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûbûn. Wê demê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bên şopandin Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê hatibû acakirin. Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî û Serokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakiyê (SES) a Şaxa Anadolû ya Stenbolê Erdal Guzel jî di nav heyetê de bûn. Yolerî û Guzel, çalakiyên greva birçîbûnê yên bi heman dawazê cardin dest pê kirine nirxandin.    PANDEMÎ Û FIKAR    Seroka ÎHD'ê ya Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî, anî ziman ku ji ber pirsgirêk nayên çareserkirin girtî ji bêgavî serî li vê çalakiyê dane. Yolerî, bilêv kir ku di pêvajoya pandemiyê de girtîgehan ji nêz ve dişopînin û bi awayekî aşkere dîtine ku di vê pêvajoyê de tecrîda li ser girtiyan pir giran bûye. Yolerî, destnîşan kir ku qedexeyên ku di bin navê tevdîrên pandemiyê de hatine danîn, tu eleqeya wan bi pandemiyê re tune e. Yolerî, anî ziman ku ji ber ku di pêvajoyeke bi vî rengî de çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirine fikarên wan jî zêde bûne.    Yolerî, ji bo daxwaza girtiyan ku dixwazin tecrîda li ser Ocalan bê rakirin jî got: "Tecrîda li Îmraliyê û gelek pirsgirêkên rû didin, bi hev ve girêdayî ne. Kesên doza aştî, demokrasî û edaletê dikin divê li tecrîda li Îmraliyê binerin. Ji lewra di vî warî de Îmralî nîşan e. Jixwe dewletê berê jî Îmraliyê wekî nîşanekê dabû der. Dewletê di pêvajoya çareseriyê de tecrîda li Îmraliyê rakir û ber bi aştî û demokrasiyê ve çû. Lê belê bidawîkirina vê pêvajoyê re cardin tecrîd dest pê kir. Yanî tecrîda li Îmraliyê têkildarî aştiya li trikiyeyê ye. Divê mirov zanibe û lê hûr bibe ku çima girtî tecrîda li Îmraliyê bilêv dikin. Nîşaneyên ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê, rasterast bi hebûn û tunebûna tecrîdê ve girêdayî ye."    BANDORA WÊ YA LI DERVE    Yolerî ku got "Heger li girtîgehan îşkence û tecrîd hebe, li derve jî îşkence û tecrîd heye. Jixwe gava mirov li tabloya giştî ya Tirkiyeyê mêze bike, dê bi rihetî vê yekê bibîne. Wê bibîne ku girtîgeh rengvedana derve ne" wiha domand: "Hundir perçeyeke jiyana derve ye. Li hundir çi biqewime, em jî bi wî tiştî re rû bi rû dimînin. Lewma divê mirov çalakiyên li hundir wekî perçeyeke têkoşîna li derve binirxîne. Ji ber vê yekê jî divê mirov vê çalakiyê tenê wekî çalakiyeke di nava çar dîwaran de nenirxîne. Ji lewra pêwendiya di navbera hundir û derve de pir zelal e. Hestiyariya civakî bi vî awayî xwe dide der. Heger têkoşîna me ji bo pêşîlêgirtina îşkence û tecrîdê be, ev tê wateya ku ji bo civak bi tevahî ji vê îşkence û tecrîdê xelas bibe ev têkoşîn tê kirin. Ji ber vê, divê pêwendiya îtiraza hundir û meseleyên civakiyî baş bê danîn. Divê bi awayekî civakiyî xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin."    HEGER DILÊ ME Û MIRINA WAN TUNE BE...   Yolerî, herî dawî got: "Heger dilê me û bihîstina xebera mirinê tune be, nexwe divê em berteka civakiyî bilind bikin. Divê em pirsgirêkên li girtîgehan wekî perçeyeke pirsgirêkên civakê qebûl bikin û li gor vê bertek nîşan bidin. Ji bo hesasî û hestiyariyê bang li her kesî dikim."    XETEREYEK MEZIN HEYE, ÇI HEWCE BE BIKIN   Serokê SES a Şaxa Anadalû ya Stenbolê Erdal Guzel jî destnîşan kir ku helwesta îqtidarê ya ji bo civakê û girtîgehan bûye cihê fikarên mezin û got: "Helwesta girtiyên di greva birçîbûnê de pir hêja û girîng e. Demildest divê mesele bê helkirin."    Guzel, destnîşan kir ku ji ber ku çalakî di dema pandemiyê de tê kirin, fikarên wan zêde bûne û got: "Pandemî, şewbeke pir cidî ye. Zirareke mezin dide laşê mirovan. Ji ber çalakiya greva birçîbûnê muqawemeta laşê mirovan qels dibe û heger pandemî jî lê zêde bibe, dibe ku bibe sedema mirinê. Lewma ya esas ew e ku di dema pandemiyê de valakirina girtîgehan e. Divê girtî giş bihatana berdan. Peywira sereke ya dewletê jiyan e. Girtiyên siyasî hemû demildest divê bên berdan."    Guzel, anî ziman ku ji ber şewbê çalakiyên greva birçîbûnê xetereyên mezin di xwe de dihewînin. Guzel, bilêv kir ku heger çalakî dirêj dewam bike, wê Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê cardin kom bibe û dê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin.    MA / Nacî Kaya