‘Naveroka tayinkirina qanûna qeyûman wekî navê xwe ne xêrxwaz e' 2021-01-02 09:10:29 ENQERE - ÇHD û OHD'yê nerazîbûna xwe ya ji bo qanûna nû ya ku rê li ber tayinakirina qeyûman vekiriye anîn ziman û li dijî vê qanûnan ji bo têkoşînê bang kirin.  "Teklîfa Qanûna Derbarê Pêşîlêgirtina Çekên Komkujiyê de" di 27'ê Kanûnê de li Meclîsê hat qebûlkirin û berpêşî Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan hat kirin. Bi vê qanûnê re dê serokomar karibe qeyûm tayinî rêxistinên civaka sivîl, weq û komeleyan bike û her wiha wê karibe dest deyne ser mal û milkên wan jî.    Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) a Şaxa Enqereyê Mûrat Yilmaz û Seroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqereyê Şevîn Kaya, qanûna navborî nirxandin.    BÊDENGKIRINA RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL    Yilmaz, anî ziman ku îqtidar ji bo ku rêxistinên civaka sivîl bitepisîne dest bi êrîşeke nû kiriye. Yilmaz, bilêv kir ku qanûna navbirî dijî Qanûna Bingehîn e û naveroka wê ne wekî navê xwe xêrxwaz e û got: "Tu eleqeya vê qanûnê bi pêşîlêgirtina li çekên komkujiyê tune ye. Li ber me careke din qanûneke torbeyî ya îqtidarê heye. Gava mirov lê dinere dibîne ku tu eleqeya wê bi armanc û tişta tê armanckirin tune ye. Em jî ne li dijî astengkirin ji bo fînanskirina ji bo çekên komkujiyê ne, lê gava em li xalên qanûnê dinerin em dibînin ku armanc bêdengkirin û tepisandina rêxistinên civaka sivîl e."    HER KES HEDEF E    Yilmaz, destnîşan kir ku qanûna navbirî bi tu awayî ne demokratîk e û dê azadiya rêxistinbûyînê ya rêxistinên civaka sivîl asteng bike. Yilmaz, bilêv kir ku îqtidar muxalefetê, partiyên siyasî, parêzer û hemû kesên dijî xwe dike hedef û got: "Berê vê yekê bi awayekî bêhiqûqî dikir, lê mdî dê bi awayekî 'qanûnî' bike."    Yilmaz di dawiya axaftina xwe de got: "Helbet li ber van êrîşan em ê dev ji têkoşîn bernedin. Hîn jî mirovên li ber zext û zoriyan radibin hene û ev kes dê her tim gotina xwe bibêjin."    ARMANC VESAYETEKE TOPYEKÛN E    Seroka OHD'ê ya Şaxa Enqereyê Şevîn Kayayê jî destnîşan kir ku îqtidar dixwaze kesên serî natewînin têxe bin kontrola xwe û got: "Armanca vê qanûnê vesayeteke topyekûn e."    Kaya, anî ziman ku bi vê qanûnê tê xwestin ku komeleyên bi KHK'yan hatine girtin bên krîmînalîzekirin û got: "Bi vê qanûnê re kî li ber îqtidarê rabe dê hedef bê girtin."    TÊKOŞÎN    Kaya, destnîşan kir ku heger rêxistinên civaka sivîl bên bêdengkirin dê bêhan civakê biçike û got: "Rêxistinên civaka sivîl, ji bo welatian cihê hêviyê ye. Lewma peywira her kesî ye ku xwedî li vê hêviyê derkeve. Em ê her tim li djî gefa qeyûm bitêkoşin. Em ê ji her wextî bêtir bixebitin û tu carî dev ji têkoşînê bernedin."    MA / Emrûllah Acar