Înîsiyatifa Ji Girtiyan re Azadî: Girtiyê nexweş Fîlîz berdin 2021-01-02 12:43:15 ENQERE - Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwestin girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz serbest berdin.    Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo girtiyên nexweş bên berdan, di hefteya 330'an de çalakiya ji bo girtiyên nexweş berdewam kirin. Înîsiyatifê vê hefteyê jî dîsa ji ber şewba vîrûsa covît-19 çalakî bi rêya vîdeoyê li dar xistin. Liser navê Înîsiyatifê Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen, daxuyanî xwend. Çevîrmen, bal kişand ser rewşa Mehmet Salîh Fîlîz ê li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê û wiha got: "Fîlîz, di sala 2018’an de hekîm gastrointestinal kontrol kir. Di nava 3 mehan de kîloyê nexweş ji sedî 10 kêm bûn. Bijîşkan anîn ziman ku nexweş Fîlîz bi mamayan bê xwedîkirin. Divê rojê 2000 kalorî bistîne. Diyeta Ulserotif Kolit dane wî. Lê wê demê diyet nedabûn wî. Li ser îtîrazan mehek şûnde dîyet dan wî. Di muayineya 21'ê Kanûna 2020'an de li Nexweşxaneya Perwerdehiyê ya Antalyayê, di 2 kolonoskopiyan de pençeşêr hat dîtin. Niha dozaja dermanan zêde kirine. Nexweşiya wî didome û divê xwarina mamayan berdewam bike. Lê xwarina mamayon di 3'ê cotmehê de ji ser wî qut kirin. Fîlîz, bi rêya nameyê anî ziman ku rayedar li gorî lîsteya diyetê tev nagerin. Ji 13'ê Adara 2020'an derman ji ser wî qut kirin. Ji ber şewba vîrûsa Kovid-19'an gelek caran çû nexweşxaneyê lê herî dawî di 12'ê cotmeha 2020'an de karibû derziya xwe li xwe bike. Dersiya ku divê her ji 14 rojan carekê li xwe bixe, lê ji ber qarantinaya 14 rojan her tim di qarantînayê de ye. Ji bo Fîlîz bijî divê serbest bê berdan."     DIVÊ LI CEM MALBATA XWE TEDAWÎ BIBE   Çevirmen, da zanîn ku Fîlîz berê ji apandista xwe ve emeliyat bûye û wiha got: "Niha nikare bi hêsanî nefesê bistîne. Nexweşiya pişta wî heye. Dîsa êşa stu heye. Nikare bi hêsanî bi şevê razê. Ji ber ku her diçe nexweşiyên wî giran dibe di şertên girtîgehê de nikare derman bibe. Ji ber vê yekê divê Fîlîz serbest berdin û Fîlîz li cem malbata xwe tedawî bibe.