Komîsyonên Edaletê yên Gulistan Dokû rapora salekê belav kir 2021-01-02 13:13:27 DERSIM – Komîsyonên Edaletê yên Gulîstan Dokû bi minasebeta salvegera windakirina Dokû raporek belav kir. Komîsyonê banga çalakiya 5’ê çile kir.    Komîsyonên Edaletê yên Gulîstan Dokû derbarê windakirina xwendekara Zanîngeha Mûnzûra Dersimê Gulistan Dokû rapora salekî amade kir û belav kir. Di raporê de cih dane hevdîtina Dokû ya li gel Zainal Abarakov û hewldanên nixamindina lêpirsînê ya zirbavê Abarakov, Engîn Yucel û têkoşîna jinan ev salek e bo Dokû li qadan in.    Di raporê de bi berfirehî ango kêlî û demên hevdîtinên Dokû yên li gel Abarakov cih digirin û zextên derûnî yên li ser Dokû.    BEYANÊN HEVALÊN WÊ NEHATINE GIRTIN    Her wiha di raporê de tê gotin hevalên Dokû xwestine derbarê windakirina Dokû de îfade bidin lê îfade ango beyanên wan nehatine girtin.    Di raporê de bi hûrgulî bi dosyeya lêpirsînê jî hatiye daketin û tê gotin Abarakov serbest digere û hêj Gulîstan Dokû winda ye û lêpirsîn didome. Dîsa di raporê de behsa hevdîtina malbata Dokû ya li gel Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû tê kirin û li gel hevdîtin hatiye kirin jî lê hêj ji bo dîtina Dokû tu encamek nehatiye bidestxistin.    Di raporê de cih dane lêpirsîna derbarê parêzerê malbata Dokû, Alî Çîmen jî hatiye destpêkirin. Her wiha di raporê de hatiye gotin Waliyê Dersimê Tuncay Sonel hişyariya malbata Dokû ku ji çapemeniyê re neaxive kiriye.    Komîsyonê di raporê de balê kişandiye ser çalakiyên ji bo Dokû hatine lidarxistin û di nava vê pêvajoya salekê de jinan, hunermend, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskaran ji bo Dokû her cûre çalakî li dar xistine û pirsa “Gulîstan Dokû li ku derê ye?” kirine.   BANG ÇALAKIYÊN SALVEGERÊ    Di raporê de tê gotin Platforma Jinan a Dersimê ji bo salvegera windakirina Dokû dê li qadan bin û Komîsyon jî ji bo salvegera yekemîn a windakirina Dokû bang li her kesî dike kul i aqûbeta Dokû bipirsin û li qadan bin.