Qeyûmê Îdirê pereyên şaredariyê ji bo eskeriyê xerç dike 2021-01-03 09:04:07 ÎDIR - Qeyûmê Îdirê biryar da ku pereyê şaredariyê ji bo xizmeta Fermandariya Cendirmeyan a Bajar û dîwarê wê yê 57 hezar metrekare xerç bike.    Piştî Wezîrê Karên Hundir qeyûm Walî H. Engin Sariîbrahîm tayînî şaredariya Îdirê ya di destê HDP'ê de bû kir, vê carê pereyê şaredariyê dixe xizmeta saziyên eskerî û dewletê. Qeyûm ewil pirtûkxane û kompleksa werzişê ji bo rêxistinên nêzî AKP'ê xistin xizmetê. Niha jî ji butçeya şaredariyê xizmeta eskeriyê dike. Qeyûm Sariîbrahîm, piştî tayînî şaredariyê bû, di Kanûnê de bi 3 kesan civîna meclîsê li dar xist. Qeyûm bi 3 endamên meclîsê biryar girt ku pereyên şaredariyê ji bo dîwarê eskeriyê yê Fermandariya Cendirmeyan a Îdirê xerç bike. Şaredariyê bi 3 kesan biryar da ku 57 hezar û 823 metrekare dîwarê eskeriyê yê Fermandariya Cendirmeyan a Îdirê bi pereyê şaredariyê lêbike.    Qeyûmê Îdirê li ser nivîsa Fermandariya Cendirmeyan a Îdirê ya dîroka 25.11.2020'an û hêjmara 8033801-390.99-6129659/Loj.Ş'an, di çarçoveya tedbîrên ewlehiyê de li ser Parsela Hêjmar 66'an li ser eniya başûr a 57.823,65 metre kare dîwar ava bikin û vî dîwarî bi pereyên şaredariyê ava bikin.    Qeyûmê Îdirê berê jî ji butçeya şaredariye û bi pereyên şaredariyê pirtûkxaneya bajar pêşkêşî Midûriyeta Turîzm û Çandê ya Îdirê kiribû. Dîsa kompleksa werzişê ya li Kolana Mermer a Taxa Sogutlu ji bo Midûriyeta Bajar a Werzîş û Ciwanan a Îdirê tahsîs kiribû.    MA / Mujdat Can