Muhsîn Osman: A girîng ne mezinbûna dijmin e, yekîtiya me ye 2021-01-03 09:05:59   STENBOL - Lêkolîner û nivîskar Muhsîn Osman ku qewimînên li herêmê nirxandin, bal kişand ser yekîtiya neteweyî û got: "A girîng ne mezinbûna dijmin e, yekîtiya me ye. Bi yekîtiyê em ê karibin bi ser bikevin. Divê em rê dost û dijminan bidin ku gava em bi yek bin em çawa xwe bi rê ve dibin."    Lêkolîner û nivîskar Muhsîn Osman, qewimînên li Herêma Kurdistana Federe û êrîş û planên li ser gelê kurd nirxandin. Osman, destnîşan kir ku heya ku kurd azad nebin ne tirk, ne ereb û ne jî faris dê rihetiyê nebînin.    HEGER KURD NE AZAD BIN...   Osman, anî ziman ku gelê kurd di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibe û dewletên li herêmê bi polîtîkayên xwe yên dijî kurdan hem wan hem jî herêmê ber bi krîzeke kûr ve birine. Osman got: "Heya ku gelê kurd heqê xwe û azadiya xwe bi dest nexe, dê pirsgirêkên li herêmê çareser nebin. Bi krîzên û pirsgirêkên kûr bûne rêxistinên wekî DAIŞ'ê tên peydakirin. Heger Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq hişê xwe nedin serê xwe û mafên rewa yên urdan nas nakin, dê tu carî aram nebin."    PLANA TUNEKIRIN Û DAGIRKIRINA ŞENGALÊ    Muhsîn Osman, peymana derbarê Şengalê de ku di navbera PDK û hikûmeta navendî a Iraqê de hatibû îmzekirin jî nirxand. Osman, bilêv kir ku Tirkiye ji peymana Sevr û Lozanê vir ve hewl dide Mûsilê bi dest bixe. Osman, destnîşan kir ku êrîşa DAIŞ'ê ya 2014'an ku biribû ser Şengalê bi xwestek û piştgiriya Erdogan pêk hatiye  û armanc tunekirina kurdên êzidî yên li kembera Mûsilê bû, lê belê bi berxwedanê armanca wan pûç bûye. Osman, anî ziman ku armanca êrîşên li ser Şengalê û peymana ku hatiye îmzekirin tunekirina destkeftiyên kurda û qutkirina Hîva Şîî ya di navbera Kurdistana Federe û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û bi vî awayî avakirina Kemera Sunnî ye.    Muhsîn Osman wiha domand: "Erdogan, dixwaze bi xeta trênê re xwe bigihîne Telaferê û ji wir jî ber bi Bexdayê ve xetekê çêbike. Tişta ku Tirkiye dike, bi destê PDK û Amerîkayê aramî û aştiya li Şengalê xera bike û pêşî li ber êzidiyan bigire ku nikaribin vegerin warên xwe. Lê belê heya niha çi li qadê çi jî bi peymanan ev yek pêk nehatiye û heya ku gelê herêmê qebûl neke wê pêk neyê."    POLÎTÎKAYÊN HEVPAR    Muhsîn Osman, tiştên ku hêzên global dixwazin bi Projeya Rojhilata Mezin pêk bînin bibîr xist. Osman, anî ziman ku di pêvajoya jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de tenê polîtîkayên hevpar û yekîtiya neteweyî dikarin destkeftiyan bi dest bixin û got: "Sed sal berê gava ku herêm hat dîzaynkirin kurd di warê hişî de ne amade bûn. Ji ber vê derfet bi kar neanîn û winda kirin. Kurd, divê platformên hevpar ava bikin û proje û polîtîkayên ku çarenûsa wan eleqedar dike pêş ve bixin. Divê pêvajoyê bi polîtîkayên hevpar bi rê ve bibin. Bi vî awayî dê karibin destkeftiyên mezin bi dest bixin."    ERDOGAN LI PÊYÎ ROLEKE NÛ YE    Osman, anî ziman ku daxuyaniyên Biden ên derbarê Tirkiyeyê de hişk in û lewma Erdogan Serokwezîrê Iraqê Kazimî vexwandiye Tirkiyeyê û bi vê xwestiye li herêmê rolekî nû bi dest bixe. Osman, destnîşan kir ku Tirkiye ji roja ku ava bûye heya niha ev qasî neketibû rewşeke xiran û got: "Li gor plana Biden, dê Erdogan heya meha Îlonê li ser îqtidarê nemîne. Lewma Erdogan dixwaze gavine nerm bavêje. Dixwaze têkiliyên bi Iraq û herêmên din re xurt bike. Dixwaze roline nû wergire."    GEL JI BER TIRKIYEYÊ NERIHET E    Osman, bal kişand ser têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re jî û got: "Me li Şeladizê dît ku bê gel çawa çû ser tankên tirk û çi kirin. Ji ber nerihetiya dewleta tirk û li dijî PDK'ê çalakî hatin lidarxistin. Li gor hejmarên ne fermî di van çalakiyan de 300 kes hatine girtin. Gel her wextî bi feraseta berxwedanê tevdigere. Piştî PDK'ê, Tirkiye bû hikumranê wê derê. Endamê Polîtburoya PDK'ê Ethem Barzanî jî gotibû, Tirkiyeyê tenê ne Rojavayê, qismek Behdînanê jî dagir kiriye. Her kes hay ji her tiştî heye."    DIXIN STUYÊ PKK'Ê    Osman, diyar kir ku PDK di warê eskerî, siyasî û aborî de teslîmî dewleta tirk bûye û got: "PDK, ji bo rewşa ku gel tê de ye, dibêje şaşî ne ya min e. Lewma ji bo gel meşgûl bike jî antîpropagandayan dike û dibêje, 'PKK hatiye, lewma em nikarin bixebitin. Em nikarin xizmeta gelê xwe bikin. PKK, dibe sedema pirgirêkan' û car carinan jî bi pevçûnan dixwaze rewşê îdare bike. Lê belê hêzeke PDK'ê ya ku karibe şer bike tune ye. Nikare şer bik, lê dikare bi argumanên werê pirsgirêkan çêbike."    Her wiha Osman anî ziman ku Tirkiye dê tu carî nikaribe bi çekê li hemberî kurdan bi ser bikeve û got: "Erdogan, Tirkiyeyê 50 sal paşvetir bir."    HER TIŞTÊ ME YEK E, LÊ BELÊ...    Muhsîn Osman, destnîşan kir ku kurd di sed salî de berxwedanine pir  mezin dane der, lê belê ji ber ku berxwedanên wan jî perçebûyî bûne û ne yek bûne, bi encamên giran re rû bi rû mane. Osman got: "Heger em wekî reş û spî nêzî fikran bibin, em ê bibînin ku dê reş û spî nikaribin diyalogê deynin. Lewma berî ku em axa xwe bi yek bikin divê em hişê xwe bi yek bikin. Ji şewra dijminê me yek e. Her wiha derdê me jî yek e. Şehîdên me, axa me, dîroka me yanî hemû tiştên me yek in. Lê belê em perçekirî ne. Heger em bibêjin tenê YNK rast e, tenê PKK rast e yan jî tenê PDK rast e, em ê nikaribin pirsgirêkê çareser bikin. Ê gişa şaşî û rastiyên wan hene. Lê peywira me em van şaşiyan rast bikin."    YEKÎTÎ Û SERKETINEKE MEZIN    Osman di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya kurd û got: "Derdê kurdan ne Erdogan, Bexda an jî Tehran e. Derdê kurdan kurd bixwe ne. Mesele ne mezinbûna dijmin e, mesele yekîtiya me ye. Bi yekîtiyê em ê karibin bi ser bikevin. Pêşî divê em hev du qebûl bikin. Bi yekîtiyê divê em rê dost û dijminan bidin ku gava em bi yek bin em çawa xwe bi rê ve dibin."    MA / Îdrîs Sayilgan