CÎSST: Di pandemiyê de xetereya greva birçîbûnê du qat zêdetir e 2021-01-03 09:08:36 STENBOL - Koordînatora CÎSST'ê Berîvan Korkût, anî ziman ku çalakiya greva birçîbûnê ya di dema pandemiyê de li gor ên berê du qat xeteretir in û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bang li rayedaran kir.    Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a girtiyan ku di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin di roja 38'an de ye. Koordînatora Parêzkariyê ya Komeleya Civaka Sivîl di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST) Berîvan Korkût, çalakiya greva birçîbûnê nirxand.    SALEK E TÊN TECRÎDKIRIN    Korkût, anî ziman ku piştî pandemî dest pê kir, li girtîgehan jî zext û zorî zêde bûn û ji ber vê gelek kesan srî li komeleya wan daye. Korkût, bilêv kir ku girtiyan gotiye ji roja ku pandemiyê dest pê kiriye nikarin ji qawîşan derkevin û ev yek di warê derûnî û fizîkî de bandoreke nebaş li wan kiriye û got: "Helbet mirov tevdîrên li dijî şewbê tên girtin fêm dike. Lê gava bên girtin divê mafên girtiyan jî esas bên girtin. Tecrîda li ser girtiyan her tiştî aşkere dike. Em dizanin ku hin girtî hene salek e ji qawîşan derneketine. Astengkirina aktîvîteyên rojane bixwe jî bandoreke nebaş li wan dike."    XETERE 2 QAT ZÊDETIR E    Korkût, anî ziman ku girtî ancax bi nameyan xwe digihînin wan. Her wiha Korkûtê bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan jî û destnîşan kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya di dema pandemiyê de li gor ên berê du qat zêdetir xetere ye.    Korkût got: "Greva birçîbûnê ya niha ji yên berê cudatir e. Di çalakiyên berê de tenduristkaran digot, 'Ji vê rojê şûn de xetere dest pê dike.' Lê belê niha ji ber pandemiyê tenduristkar hişyar dikin û dibêjin çalakiya di serdema niha de li gor ên berê du qat zêdetir xetereyê di xwe de dihewîne."    BANGAWAZΠ   Korkût got: "Li vê erdnîgariyê gelek mirovan di grevên birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dan. Çalakiya greva birçîbûnê ji sala 1980'yî heya niha bûye rêbazeke ku girtî pir li dar dixin. Lê me dît, gava diyalog bê danîn pirsgirêk çareser dibin. Niha jî divê pêvajoya pandemiyê esas bê girtin û deriyên diyalogê bên vekirin. Daxwaza me ew e ku pirsgirêkên girtiyan bên helkirin, kes jiyana xwe ji dest nede û seqet nmîne. Em careke din destnîşan dikin ku vê carê fikarên me pritir in û ji bo hesasbûnê em bang li raya giştî û rayedaran dikin."    MA / Nacî Kaya