Li Rihayê ciwanê winda mirî hat dîtin 2021-01-03 14:06:33   RIHA - Ciwanê bi navê Ahmet Akdenîz ku hatibû îdîakirin beriya du rojan li navçeya Xelîliyeyê winda bûye, mirî hat dîtin.   Ahmet Akdenîz (18) ê ku hatibû îdîakirin ku beriya du rojan li Taxa Hizmalikopru ya navçeya Xelîliye ya Rihayê winda bûye, mirî hat dîtin. Welatiyên ku ferqkirin cenaze di Çemê Karakoyûn ê ku girêdayî navçeyê de ye, agahî dan polîsan. Polîsên ku li cihê bûyerê lêkolîn kirin, tespîtkirin ku cenaze aîdî Ahmet Akdenîz ê winda ye.    Ekîbên tenduristiyê cenaze ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Înan. Hat dest nîşan kirin ku derbarê bûyerê de, lêpirsîn hatiye destpêkirin.