Dozger tevlîbûna Alaca ya daxuyaniya Bûldan sûc hesiband 2021-01-04 09:02:46 QERS - Danişîna ewil ya Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, wê roja pênçşemê bê dîtin. Di îdîanameya derbarê Alaca hat amadekirin de, tevlîbûna wê ya daxuyaniya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a ku piştî binçavkirina Ayhan Bîlgen çûbû bajêr, sûc hat hesibandin. Serdozgeriya Komarê ya Qersê, îdîanameya derbarê Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û girtin de, amade kir. Serdozgeriyê di îdîanameya ji 133 rûpelan pêk tê de, têkildarî Alaca bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ji 5 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest. Di dosyaya ku ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê ve hat amadekirin de, hevserokatî wek sûc hatiye nîşandan.   Derket holê Alaca bi mehan hatiye şopandin. Di îdînameyê de, hat îdîakirin ku Alaca weke endama Meclîsa şaredariyê hatiye hilbijartin, lê li dijî qanûnan Hevşaredartî kiriye. Dîsa di îdîanameya ku gotinên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û rêveberên PKK’ê yên derbarê hevşaredariyê de cih danê, hin broşur, nûçeyên hatine weşandin û di bîosa twîterê de nivîsa Hevşaredara Qersê sûc hatin nîşandan.   GOVEND GERANDIN SÛC HAT DÎTIN   Di heman demê de, tevlîbûna Alaca ya konferansa TJA’yê ya di Sibata 2020’an de pêk hatibû, sûc hatiye hesibandin û bi strana Mem Ararat a “Hawara Kobanê” ya ku di konferansê de hat lêxistin re govend gerandin, ji ber “propagandaya rêxistinê kirin” sûc hatiye nîşandan.   VEKIRINA BAZARA KEDA JINÊ SÛC E   Dîsa di  îdîanameyê de bernameyên ji bo 8’ê Adarê hatine amadekirin sûc hatine nîşandan. Weşandina ANF’ê ya bernameya 8’ê Adarê û vekirina Bazara Keda Jinê ya di çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê de hatiye kirin jî, sûc hatine hesibandin.   CÎMER CÎDÎ GIRTIN E   Di îdîanameyê de meîla kesekî ku ji bo qeyûm tayînî şûna Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca bikin ji Navenda Ragihandina Serokomariyê (CÎMER) re şandin jî cih digire. Dîsa di şîkayeteke din a ji CÎMER’ê hatiye şandin de tê gotin ku Bilgen û Alaca wê Koleja Çandê ya Emerîqayê vekin û ev jî dê weke “Projeya Ermenîstana Mezin” were binavkirin. Tevlîbûna Alaca ya civîna gel a bi xwarin ku di 20’ê Çileya 2020’an de li Îdirê pêk hat û peyamên ku ji Navenda Giştî ya HDP’ê ji Alaca re şandine jî weke sûc hatine hesibandin.   KAMPANYAYA HDP’Ê JÎ KIRIN SÛC   Banga hevşaredaran a têkildarî “Kampanyaya Malbatên Xwîşk û Bira”ya ku HDP’ê dabû destpêkirin jî bûye mijara sûc. Dîsa hevdîtinên telefonan ên kesên cuda yên ku eleqeya wan bi Alacayê nînin jî weke sûc hatiye nîşandan.   Di îdîanameya Alacayê de tevlîbûna daxuyaniya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, parlementer, endam û rêveberên HDP’ê ku piştî binçavkirina Ayhan Bîlgen di 29’ê Îlonê çûbûn bajêr, sûc hatiye hesibandin.   ÇÛYÎNA AVAHIYA HDP’Ê JÎ SÛC HATIYE HESIBANDIN   Kaxizên nîşeyan ên têkildarî hevşaredariyê nivîs li ser hatine nivîsîn û ajandaya xemir a îbareya HDP’ê li ser ku di serdegirtina mala Alaca de polîsan dest danîbûn ser jî bûn mijara sûc. Di îdîanameyê de dozgeriyê bi hevrebûyîna Alacayê ya HDP’iyan a li avahiya HDP’ê jî kirine mijara sûc.   Îdîaneya derbarê Alaca de hat amadekirin, ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê ve hat qebûlkirn û dê yekemîn danişîna Alaca di 7'ê Çileyê de, bê dîtin.   MA / Mujdat Can