Girtiyên siyasî yên Gumuşhaneyê nikarin bêhn bistînin 2021-01-04 09:02:47 ŞIRNEX – Dayika girtî Hamza Arzûman, Bediye Arzûman, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê girtiyên siyasî bi îşkenceyeke mezin re rû bi rû ne û ev tişt got: “Kurê min herî dawî dema ku li min geriya got ku boriya qenalîzasyonê teqiyaye û ava qenelîzasyonê diherike ser wan, nikarin bêhn bigirin.” Ciwanê bi navê Hamza Arzûman, dema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Silopiya ya Şirnexê hat girtin û 36 sal cezayê girtîgehê le hat birin. Arzûman ê 23 salî niha li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê girtî ye. Arzûman, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê pêk tên ji malbata xwe re ragihand. Dayika Arzûman Bediye Arzûman ku nikare biçe hevdîtina kurê xwe, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ku kurê wê jê re ragihandibûn, vegot.   ‘NIKARIN BÊHN BIGIRIN’   Dayîka Arzuman, diyar kir ku kurê jê re ragihandiye ku li qawişa ku ew lê dimînin boriyên qenalîzasyonê teqiyane û ji ber behna qenalîzasyonê bêhn bigirin û ev tişt anî ziman: “Kurê min ev 5 sal e girtî ye. Bê sedem 36 cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di dosyayê de yek delîleke şênber jî nîne. Ji ber ku rê pir dirêj e; ev 2 sal in min kurê xwe neditiye. Ji ber ku boriya qenalîzasyonê teqiyaye û ava qenalîzasyonê diherike ser wan. Ji ber vê bêhnê nikarin biçin hewadarkirinê. Ji ber van pêkanînan, ji bo ku qawişa wan bê guhertin me ji rêveberiya girtîgehê re daxwazname şand. Daxwanameya me hat erêkirin. Rojek piştî ku derbasî qawişa nû dibin, bi ser qawişê de digirin û wan careke din dibin heman qawişê.”   ‘EV ÇI DIJMINAHÎ YE’   Arzûman, bi lêv kir ku li Girtîgeha Gumuşhaneyê îşkence heye û axaftina xwe wiha domand: “Kurê min di hevdîtinê de got, ‘Nahêlin em çavê xwe vekin’. Em nizanin ku çi bikin? Heger ew li cihek nêzî me bûya em dikaribûn biçin û werin. Lê mixabin ne wisa ye. Ev 3 meh in 2 diranên kurê min diêşin. Wi nabin nexweşxaneyê. Kurê min got, ‘Ji min re gotin were em ê te bibin nexweşxanê, min xwe amade kir û piştre ji min re gotin sewqa te betal bûye. Bêhna qenalîzasyonê ne bes e ser de diranê min jî diêşe, heta serê sibehê li ser serê min qiyamet e nahêlin ku em rakevin’. Ev çi dijminahî ye?”   'EZ JÎ DI GIRTÎGEHÊ DE ME'   Arzûman, bang li raya giştî kir ku li hemberî vê îşkenceyê bêdeng nemînin û ev tişt got: “Ev ne heqê xwedê ye. Ma hema ew ê li hefsê îşkence bikin? Hewceye wijdana wan hebe. Ew jî mirov in. Kurê min tiştek nekiriye. Ez weke dayikek nikarim vê êşê rakim. Li gel kurê xwe ez jî di girtîgehê de me.”   MA / Zeynep Dûrgût