Wezareta Bazirganiyê 20 hezar 953 tl ceza li Evrenselê birî 2021-01-04 10:46:03   ENQERE - Wezareta Bazirganiyê li Rojnameya Evrenselê ji ber di salvegera xwe de şala kesk, sor û zer di videoya de parve kiribû, 20 hezar û 953 tl ceza birî.   Midûriyeta Giştî ya Çavderiya Piyasê û Parastina Serfkaran a Wezareta Bazirganiyê, li Rojnameya Evrenselê, bi hinceta di 25'emîn salvegera xwe de vîdeoyê rengên kesk, sor û zer parve kiribû 20 hezar û 953 tl vezayê pereyan birî. Wezaretê di sedema ceza de wêneyê ku zarokeka di Newroza 2015'an de şala kesk, sor û zer xistiye destê xwe hincet nîşan da. RTUK'ê jî heman reng sedem nîşan dabû û di Tebaxa  2020'an de li TELE1’ê cezay birî bû.    Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatih Polat, bi sernavê "Evrensel serî li dijî we natewîne" bersîv da ceza. Polat, anî ziman ku wan sala borî bi cezayê li Rojnameya Evrenselê hat birîn bi dawî kir û wiha got: " Evrenselê di 25'emîn salvegera xwe de, vîdeoya ku di TELE1’ê de hatibû weşand. Wezaretê ji ber vê vîdeoye li rojnameya me ceza birî. Em vî cezayê li Rojnameya me birîne şermezar dikin. Wekî tê zanîn RTUK'ê bi sedema vê reklamê li TELE1’ê ceza yê pereyan birî bû."