Raporek bendewariya ciwanên kurd hat parvekirin 2021-01-04 12:54:16 AMED – Di lêkolîna bi sernavê “Ciwanên Kurd 2020: Şibandin, Cudahî û Guhertin” hat kirin de bendewarî û daxwazên ciwanên kurd ên ji siyasetê cih girtin û di rapirsiyê de daxwazên ciwanan ên wek divê ciwan beşdarî mekanîzmayên biryarê werin kirin û statûyek cemawerî bidin kurdî û xurtkirina rêveberiyên xwecihî derketin pêş.    Navenda Xebatên Kurd, Weqfa Derbarê Jiyanê De û Lêkolîna Rawest bi hev re lêkoşînek bi navê “Ciwanên Kurd 2020: Şibandin, Cudahî û Guhertin” kirin. Her sê saziyan vê lêkolîn ango xebatê wek raporek amade kir. Ev lêkolîn li bajarên wek Amed, Mêrdîn, Riha, Wan, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê di nava ciwanên kurd hatiye birêvebirin. Li van 8 bajaran bi ciwanên temenê wan di navbera 18-30 salî de ye bi hezar û 473 kesan re rapirsî hatiye kirin. Li gel 100 kesî jî bi berfirehî rapirsî ango hevdîtin hatine kirin.    Di raporê de xalên bendewariya ciwanên kurd a ji siyasetê ku derketin pêş wiha ne: “Divê gendelî û cihêkarî bi dawî bbe. Divê ciwan beşdarî mekanîzmayên biryarê werin kirin. Li gel sernavên wek ji bo ciwan werin îstîhdamkirin projeyên pêşketinên li ser teknolojiye bikevin meriyetê û gelek mijarên wiha pêk werin. Lazim e di qada cemaweriyê de statûya kurdî wer naskirin. Divê rêveberiyên xwecihî werin xurtkirin.”    Berfirehiya raporê li ser vê lînkê ye: