Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin 2021-01-04 17:14:08   MÛGLA - Danişîna darizandina kujerê Pinar Gultekîn, Cemal Metîn Avci û birayê wî Mertcan Avci berdewam kir. Bavê Gultekîn, Siddik Gultekîn danişîn protesto kir û got:”Ev danişîn ji bom in qediyeye.” Parêzerê malbatê jî daxwaza reda dadgerî kir.    Pinar Gultekîn di 16’ê tîrmeha 2020’an de li Mûglayê ji aliyê Cemal Metîn Metîn Avci ve hatibû qetilkirin. Danişîna duyemîn a doza Cemal Metîn Avci û birayê wî Mertcan Avci ku ji kuştina Gultekîn tên darizandinê li Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Mûlgayê hat lidarxistin. Beriya Danişînê parêzerên Baroya Mûglayê, Parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Huda Kaya û rêveberên HDP’ê, nûnerên HDK’ê û rêveberên CHP’û nûner û rêveberên rêxistin û saziyên jinan li ber Edliya Mûglayê li hev kom bûn.    'EM Ê DEST JI DOZÊ BERNEDIN'    Li ber edliyê daxuyanî hat dayîn û jinan destnîşan kir ku ew ê dest ji dozê bernedin û dê rê nedin kujer werin xilaskirin. Jinan anî ziman ku ew ê li dijî kuştin, tundî û zextên li ser jinan têkoşîna xwe ya hevpar bidomînin û wê rê nedin van kuştinên ku îqtîdar hevkariyê dike. Jinan got ew zîhniyeta heyî ya îqtîdar li hember jinan bikar tê red dikin.    SIDDIK GULTEKÎN DANIŞÎNÊ PROTESTO KIR    Piştî daxuyaniyê beşdar derbasî eywana danişînê bûn. Xizmên Gultekîn û hevalên wê û gelek jinan negirtin eywana danişînê û li ber edliyê sekinînin.    Piştî tespîta nasnameyan kujer Cemal Metîn Avci ji girtîgeha lê tê ragirtin bi rêya dîmen û deng beşdarî danişînê bû.    Parêzerê malbatê Rêzan Epozdemîr li danişînê amade bû. Di danişînê de Ceren Tûnç a wek şahid hat guhdarkirin. Parêzer Epozdemîr îtîrazî şahidiya Tûnç kir û ji serokê dadgehê mafê axaftinê xwest. Serokê dadgeriyê destûr neda parêzer biaxive. Di vê navberê de bavê Pinar Gultekîn Siddik Gultekîn rabû ser pêya got “Ev danişîn ji bo min qediyaye” û eywanê terk kir.    Parêzer Epozdemîr di danişînê de daxwaza reda dadgerî kir. Daxwaza parêzer şandin Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn û dadgehê danişînê taloqî 15’ê sibatê hat kirin.    Piştî danişînê parêzerê malbatê Rêzan Epozdemîr li ber edliyê daxuyanî da û got ew ê dest ji vê dozê bernedin û dê rê nedin neheqiyê.    'KÎ BÛYA JÎ WÊ TERK BIKIRA’    Siddik Gultekîn jî axivî, bertek nîşanî dadgehê da û wiha got: “Ez ne bawerim em ê ji vê dadgehê edaletek baş werbigirin. Kî bûya jî wê eywanê biterkanda. Şahid îfade dide û dadger jî alîkariyê dide wê.”