Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir 2021-01-04 18:23:13   AMED - Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora vîrûsa corona ya kanûnê aşkere kir. Meclîsa KCD'ê di raporê de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û xwest derzî bê şert li hemû kesan bê belavkirin.    Meclîsa Tenduristiyê ka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), rapora Covid -19 ya meha kanûnê bi raya giştî re parve kir. Meclîsê di raporê de anî ziman ku şewba ku ji Kanûna 2019’an dest pê kir û hêj didome, heta niha li tevahiya cîhanê bû sedema mirina 2 milyon kesan û wiha cih da raporê: "Li Tirkiye û Kurdistanê heta niha li gorî daneyên fermî hêjmara kesên bi vîrûsa mirin nêzî 21 hezar kesan e. Tirkiye di aliyê nexweşên vîrusê de di nava welatên cîhanê de di asta jor de ye. Meclîsê anî ziman ku îqtîdara AKP-MHP'ê di pêvajoya şewbê de rejîma  serdest, otoriter û zordar bêtir hişk kiriye û pandemî ji bo xwe kiriye fisned.      Meclisê, da zanîn ku her roj jin tên qetilkirin, rûhsatan didin xanên madenê, xizanî û tundî zêde dibe, helwesta li dijî Peymana Stenbolê heye û wiha cih da raporê: "Li dijî endam û rêveberên KCD, HDK, kedkarên Kurd, rêxistinên civakî û demokratîk zêde dibe. Ev nîşan dide ku îqtîdara AKP-MHP'ê çawa şewbê ji bo xwe dikin firsend. Mijara derziyan jî li kijan welatî derketiye ne girîg e, ya girîng temamkirina pêvajoya klinîkê erêkirina pisporên tenduristiyê ye. Di cîhanê de belavkirina derziyan pêşî dayîna xwediyê sermayê gotina Tirkiye di aliyê têkoşina şewbê de bûye minak diderewîne. Hemû tiştên kêm di aliyê wekheviya firsendê de newekhevî û bê edaletê pêş dixe. Xizanî her ku diçe zêde dibe, nasnameyên wêdekirin zêde dibin, Ji ber vê yekê fikara van kesan a ji derziyê sûdê bigirin zêde dibe.  Divê bêyî tu hincet û şert bên nîşandan, hemû kes wekî hev jê sûdê bigirin. "    DI ŞEXSÊ OCALAN DE ROJHILATA NAVÎN DI TECRÎDÊ DE YE   Meclisê bal kişand ser zextên li dijî KCD'ê û wiha pêde çû: "Rêxistina Kongreya Civaka Demokratîk ku di sala 2007'an de hat avakirin û 801 rêxistinên civakî û sivîl di bin baneya xwe de kom dike, 13 salin xebatê dimeşîne. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dîl hat girtin û şandin girtîgehê. Dîsa tayînkirina qayûman kirin zagonî. Bi şewbê re dijminantiya şewbê zêde kirin û ev dijminatî vegerandin komkujiyê. Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan  de gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn di tecrîdê de ye. Girtî di girtîgehan de di şertê bê tenduristî de dijîn. Li Tirkiyeyê li nêzî 120 girtîgehan 2 hezar û 500 girtî ji 27'ê mijdarê ve 39 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Li wargeha Mexmûrê jin 18 rojin di greva birçîbûnê de ne. Li girtîgehan tedbîr nayên girtin û paqijî nayê kirin. Amûrên paqijî û parastinê pir buha tên firotin. Her girtiyên siyasî yên diçin nexweşxaneyê 14 rojan li yek hucreyê di tecrîdê de tên girtin."    Meclîsa KCD'ê bang li hemû rêxistinên demokratîk kir û wiha got: "Em bang li hemû beşen civakê dikin ku li KCD'ê û girtiyên siyasî yên dest bi çalakiyê kiriune xwedî derkevin û hestiyar tev bigerin. Xwedîderketina KCD'ê erk û berpirsiyariya hemû gelan e. Divê em li dijî tecrîda heyî piştevaniya zihnî û bedenî xurt bikin û têkoşîna xwe bêtir xurt bikin."