Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin 2021-01-05 08:36:09 STENBOL - Nûçegihanê me Mehmet Aslan di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve hat destpêkirin vê sibehê di serdegirtina malê de hat binçavkirin.  Li Stenbolê polîsan vê sibehê bi ser mala nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Mehmet Aslan de girt. Polîsan li mala Aslan lêgerînek dûr û dirêj pêk anî û dest danîn ser gelek materyalên dîjatîla û pirtûk û kovarên li malê. Piştî lêgerînê polîsan rojnamevan Aslan ji paş ve kelemçe kirin û ew birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. Hat zanîn ku Aslan di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve tê birêvebirin ve hatiye binçavkirin.