ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN 2021-01-05 09:00:22 * Jinên Ciwan ên Îzmirî diyar kirin ku ew dê dengê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li kolanan bilind bikin û wiha got: "Cezayê li Leyla Guven birîn li dijî hiqûqê ye. Cezayê li Leyla Guven birîne li me birîne. Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin."  * Serokê Şaxa OHD’ê ya Rihayê Prz. Alî Aslan, diyar kir ku çalakgerên greva birçîbûnê bi birçîhiştina laşê xwe, daxwaza pêkanîna qanûnên înfazê yên di meriyetê de dikin.    * Rêvebera TAJÊ Ferîde Şengalî, diyar kir ku ji hêla hikûmeta Iraqê ve bêdengiyeke mezin heye û got: "Em dizanin ku ev bêdengî wê bi xwe re xeteriyeke mezin bîne. Lê heya ku Asayîşa Êzîdxanê neyê naskirin em ê berxwe bidin.”   *  Rêvebirên komele û weqfan anîn ziman ku bi qanûna ku pêşî li ber tayinkirina qeyûman vekiriye, armanc tunekirina kar û xebatên komeleyan e û biryara navbirî wekî "dîktatoriyê" bi nav kirin. Rêvebiran, destnîşan kir ku dê li ser asasekî demokratîk li ber vê yekê rabin.    * Pisporê Têkiliyên Navdewletî Prof. Dr. Îlhan Uzgel, anî ziman ku restkişandina di navbera Tirkiye û Xelîfe Hafter de bêwate ye. Ûzgel, destnîşan kir ku hem Tirkiye hem jî Hafter du aktor in ku li qadê pozîsyona wan bi er neketiye, têk çûye.    * Serokê Giştî yê BTS'ê Mûrat Oral, ji bo dewrkirina qada lîmanê ya sîrkeciyê ku dewrî Weqfa Yeşîlayê hatiye kirin, anî ziman ku bi temamî ji bo rantê ye û ev qad divê ji bo rêya tirênê bê bikaranîn.    * Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku qeyûm tayînê wê hatiye kirin, karê ji bo amadekirina naverok û sêwirandina wê ya dîtbarî da reklamker ê "dostê" qeyûm Walî Munîr Karaloglû. Tevahiya kar bi xebatkaran hat kirin, lê wê qeyûm 294 hezar TL'yş bide şîrketa ku navenda wê li Stenbolê ye.    * Endama Koordînasyona Jina Ciwan a HDP'ê Kezban Kûday, anî ziman ku bi kampanyaya "Seferberiya Morê" armanca wan, jiholêrakirina rolên zayendî yên civakiyî ye û bang li jinên ciwan kir ku di bin banê kampanyayê de xwe birêxistin bikin.    *  Xelk bi girankirina bihayên mîna ceryan, gaza xwezayî re ket sala 2021’an. Welatî li hember bihakirina pêdiviyên jiyanê bi gazinc in û diyar kirin ku lîreyek di berîka wan de mîna sabûnê dihele û taqeta wan nemaye ku êdî ew qayişa xwe bişidînin.    * Îsmet Kaplan ê ku cezayê darvekirinê lê hatibû birin, dûre cezayê wî veguherandin cezayê muebetê û piştre di çarçoveya efûyê de hatibû berdan, diyar kir ku girtî ji bo maf û rûmeta xwe ketine çalakiya greva birçîbûnê û banga xwedî derketina daxwazên girtiyan kir.   * Têkildarî windakirina salvegera yekemîn a xwendekara Zanîngeha Mûnzûra Dersimê Gulistan Dokû dê di serî de li Dersimê û li gelek bajaran daxuyanî û çalakî werin lidarxistin. (11.00-18.00)   * MATUHAY-DER têkildarî greva birçîbûnê dê li ber Girtîgeha Bakirkoyê kom bibin û daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.00)   * Gelek komeleyên esnafan, sendîkayên karkerên otel û turîzmê, Komeleya Aşpêjan a Stenbolê dê têkildarî girtina kargehên xwe li Kadikoyê daxuyanî bidin çapemeniyê. (17.00)