Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin 2021-01-05 09:09:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêvebera TAJÊ Ferîde Şengalî, diyar kir ku ji hêla hikûmeta Iraqê ve bêdengiyeke mezin heye û got: "Em dizanin ku ev bêdengî wê bi xwe re xeteriyeke mezin bîne. Lê heya ku Asayîşa Êzîdxanê neyê naskirin em ê berxwe bidin.”  Bertekên li dijî peymana li ser Şengalê ya di navbera Hikumeta Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Federe di 9’ê Cotmeha 2020’an de hatibû îmzkirin, didomin. Piştî îmzekirina peymanê bi hezaran eskerên Iraqê derbasî Şengalê bûn. Bi van geşedanan re civaka Êzidî jî ji bo parastina herêma xwe li ber avahiyên Asayîşa Êzidxan dest bi nobetê kirin. Têkîldarî geşendanên dawî yên li Şengalê diqewimin, Rêvebera Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Ferîde Şengalî, nirxandinên girîng ji ajansa me re kirin.    'DEMA ME TÊDIKOŞITA KES TUNE BÛ'    Rêvebera TAJÊ Ferîde Şengalî, fermana di sala 2014'an de, li dijî gelê Şengalê pêk hatibû bibîrxist û wiha axivî: “Di demên herî zor û zehmet de kesek li Şengalê tune bû. Bi îmzekirina vê peymanê re me zanî ku wê Şengal bi xeteriyek mezin re rûbirû bimîne. Ewqas ferman anîn serê Şengalê, lê hîn jî têr nebûne. Bi vê peymanê dixwazin ku civaka Êzidî li ser rûyê cîhanê xelas bikin. Di navbera Bexda û Hewlerê de peyman hat îmzekirin. Lê ewê bi vê peymanê negihijin armanca xwe. Daxwaziyên wan dê pêk neyin. Raste vê peymanê bi xwe re xeteriyek mezin anî. Lê, li dijî wê jî berxwedana civaka Êzidî û dayikan derket holê. Civaka Êzîdî bi vê berxwedana xwe nehişt ku ew bikevin Şengalê. Di 2014'an de, hikûmeta Iraqê Şengal ter kir. Me şahidiya vê yekê kir. Dibêjin tiştek wisa tune ye, lê bi hezaran mînakên vê hene. Eskeran kincên xwe yên leşkerî avêtin û wisan ji vir derketin. Nezanin ku çawa xwe xelas bikin. Pişt re dîsa hêzên peşmergê hatin. Li gel hatina pêşmergeyan em kêfxweş bûn. Me got pêşmerge hatine û dê me biparêzin. Lê me nedizanî ku piştî 3 mehan ew jî wê me tenê bihêlin û dê me bifiroşin DAIŞ'ê. Bi hezaran peşmerge hebûn, lê yek ji wan jî, em ne parastin. Dema ku em li dijî zor û zehmetiyan têdikoşiya kesek tune bû.”   'BERXWEDANA MEZIN ÎSAL PÊK HAT'    Şengalî, diyar kir ku wan tu salan qasî îsal civaka Êzidî ji xwe bawer neditiye û wiha got: “Em dizanîn ku peymana hatiye îmzekirin ne ji bo berjewendiyên wan ên siyasî ne. Ev peyman ji bo parastina civaka Êzidî nehatiye îmzekirin. Êdî ew jî dibînin ku civaka Êzidî hêzên xwe yên mîna YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê avakirine û rêxistinên sazî û dezgehên Şengalê çêbûne û ji ber wê jî naxwazin ku Êzidî bibin xwedî vîn û hêz. Ji ber vê yekê jî, dixwazin Şengalê xera bikin û Şengalê careke din bi xeteriyeke re rûbirû bihêlin. Dixwazin êzidiyên mayîn jî, tune bikin. Niha Hikûmeta Iraqê di nava aloziyê deye. Bila ewil aloziya di nava xwe de, çareser bikin. Di rastiyê de, naxwazin vîna êzidiyan derbikeve holê. Ji ber vê, dixwazin vê vînê bişkînin. Lê li dijî vê berxwedanek mezin îsal derket holê. Berxwedan û xwedî derketina herî mezin îsal pêk hat.”   'EMÊ GAV PAŞVE NE AVÊJIN’   Şengalî, anî ziman ku bi derketina qadan re ev peyman vala hat derxistin û wiha bilêv kir: “Ev peyman ne tenê, bi destên Iraq û PDK'ê hat îmzekirin. Di heman demê de, bi daxwaza Emerîka û Tirkiyeyê jî, hatiye amadekirin. Hêzêk mezin anîne Şengalê. Lê bila bizanin ku ew ê vala derbikevin. Dibêjin ku ew ê Şengalê ava bikin, lê ew ê ava nekin, xera bikin. Şeva ku hêzên leşkerî li Şengalê bi cih kirin şengalî gişt daketin qadan û li dijî vê sekinin. Niha ji 7 û heta 70’î salî herkes  ser piyane. Em ê nehêlin ku bikevin Asayîşa. Eger dest dirêjiyeke wisa çêbe, wê wateya êzidiyan a li Şengalê xelas bibe. Hemû cîhan berxwedana Şengalê dibîne. Ji meha Kanûnê ve heta niha, berxwedana gel bênavber didome. Heta ku ev berxwedana me digihîje serkeftinê em ê li qadan bin. Hikûmeta Iraqê vala derket. Heta ku Asayîşa Êzîdxan neyê naskirin, em ê dev ji berxwedanê bernedin.”   'BÊDENGIYEKE MEZIN HEYE'    Rêvebera TAJÊ Ferîde Şengalî, di dawiya axaftina xwe de bang hestiyariyê kir û got: “Dixwazin ku derdora Asayîşa Êzîdxan dorbêç bikin. Lê ji ber tirsa gel nikarin nêzî Asayîşê bibin. Hikûmeta Iraqê niha bêdeng e. Di nava Bexdayê de, girseyiyên mezin çêbûne û di navbera wan girseyan û hikûmetê de pirsgirikên mezin hene. Em dizanin ku ev bêdengî wê bi xwe re xeteriyeke mezin bîne. Daxwaziya me ew e ku em weke civaka Êzidî li Şengalê bên nas kirin û xweseriya xwe bi dest bixin. Heta ku ji destê me were em ê tebikoşin. Bangawaziya me li tevahiya cîhanê ew ku li dijî vê bêhiqûqiyê deng bidin berxwedana civaka Êzidî.”    MA/Zeynep Dûrgût