Rojnameya Kurdî nedan rojnamegerê girtî Bilen 2021-01-05 12:35:18   WAN - Rêveberiya girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê rojnameya Kurdî ya  Xwebûnê nedan rojnamegerê girtî Adnan Bîlen.    Rêveberiya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, rojnameya Xwebûnê ya ku hefteyê carekê bi Kurdî weşanê dike, nedan Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen. Rêveberiya girtîgehê hinceta “Kesên hikumxwar tenê dikare pirtûk û cilan wekî hediye qebûl bike" nîşan da. Rojnameger Adnan Bîlen, Cemîl Ugur, Nazan Sala û Şehrîban Abî piştî nûçeya welatiyên Navçeya Şaxê ya Wanê Osman Şiban û Servet Turgut ji helîkopterê hatibûn avêtin û Servet Turgut jiyana xwe ji dest dabû kiribûn rojev, di 9'ê Cotmeha 2020'an de hatibûn girtin.