Dayika Gulistan Dokû: We çi bi keça min kir? 2021-01-05 14:49:47 DERSIM – Di salvegera windakirina Gulistan Dokû de dayika wê Bedriye Dokû li Dersimê bang kir û got: “We çi bi Gulistana min kir, we çi anî serê wê, we li kîjan erdê veşartiye. Gavek beriya gavekê keça min bibînin.”    Platforma Jinan a Dersimê, li Meydana Seyîd Riza ji bo salvegera yekemîn a windakirina xwendekara Zanîngeha Mûnzûra Dersimê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Dayika Dokû, Bedriye Dokû, bavê wê Halît Dokû, Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu, Şaredarê Dersimê Fatîh Mehmet Maçoglû, Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ev salek e em dipirsin, em ê bipirsin Gulistan ne di avê de ye li ku ye?” hat vekirin û wêneyên Dokû û dovîzên “Gulîstan Dokû li ku ye” hildan û dirûşma “Jinên hatine qetilkirin îsyana me ne” berz kirin.   Beriya daxuyaniyê Bedriye Dokû li ser keça xwe lorand û beşdaran xemgîn kir.    ‘ÇIMA HÛN ABAKAROV DIPARÊZ IN?’   Damla Çinar li ser navê Platforma Jinan a Dersimê daxuyanî da û destnîşan kir ku ew kujer û kiryarên jinên dikujin û didin windakirin nas dikin û wiha got: “Em kiryar û qatilan ji Şûle, Dûygû, Îpek, Pinar, Aylîn, Esma û gelek jinên din nas dikin. Ji windakirin, destdirêjiyê, tundiyê û tacîzê îqtîdara ku zîhniyeta zilaman diparêz e berpirsiyar e û îqtîdar ji van bûyeran sûcdar e. Îro em jin li meydanan bi dengek bilind dipirsin; Çibû ji Gulistan? Hûn çima Zaynal Abakarov diparêz in? Çima tenê di avê de li Gulistan geriyan? Îro li gelek bajaran jin heman pirsê dipirsin. Çawa ku me ji roja ewilî ve dest ji pirsa Gulistan nekiriye, heta aqûbeta Gulistan zelal bibe em ê dest ji pirsa xwe bernedin.”    ‘BILA POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET BI DAWÎ BIBE’    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag jî axivî û diyar kir ku ev salek e di lêpirsîna Dokû de tu pêşketinek çê nebûye û heta Dokû were dîtin û polîtîkayên şerê taybet bi dawî bibe û jinên hatine windakirin werin dîtin dê hesabê windakirin û qetilkirinan bipirsin û têkoşîna xwe ya ji bo dîtina Gulistan Dokû bidomînin û dê hesabê vê yekê bipirsin. Dag anî ziman ku dewlet ji windakirina Dokû berpirsiyar e û wê heta dawiyê ji qatilan û kiryaran hesab bipirsin.    ‘KEÇA MIN BIBÎNIN’    Dayika Dokû, Bedriye Dokû jî pirsa ku heta niha çima keça wê nehatiye dîtin kir. Dokû destnîşan kir ku salek e tu tiştek nikare êşa di nava dilê wan de pênase bike û wiha got: “Gulistan peyama ‘ez ditirsim’ peyam şandiye. Gulistan çima ditirse.  We çi bi Gulistana min kir, we çi anî serê wê, we li kîjan erdê veşartiye. Ez dayika Gulistan im, ev salek e kezeba min parçe kirin. Salek e her gava ez serê xwe datînim, dilê min dişewite. Gavek beriya gavekê keça min bibînin.”    Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Gulistan Dokû li ku ye” bi dawî bû.