ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2021'AN 2021-01-06 09:00:24 * Rêveberiya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 a Amedê girtiyên DAIŞ'ê xistin beşa girtiyên siyasî. Girtiyê siyasî Mazlum Demîr, bi rêya telefonê agahî da malbatê û anî ziman ku endamê DAÎŞ'ê xistiye koorîdora girtiyên siyasî. Demîr, diyar kir ku ew vê yekê qebûl nakin û xwest parazvanên mafên mirovan li dijî vê yekê dengê xwebilind bikin.  * Nexweşxaneya Dewletê Selehaddîn Eyûbî ya Amedê rapora otopsiyê ya têkidarî mirina Devran Dînç ê li Navçeya Sûrê mirî hat dîtin aşkere kir. Lê rapora otopsiyê qala sedema mirina Dînç nekir. Balkêş e piştî rapor aşkere kirin 8 meh şûnde rapor gihandin malbatê.     * Endamê Meclîsa Şaredariya Artûklû yê HDP’yî Mehmet Alî Amak bertek nîşanî Şaredariya Artûklû ya AKP’yî ku tîpên X, W û Q ji tabelayên navên gundan derxist da û diyar kir ku zîhniyeta AKP’ê û qeyum heman zîhniyet e û xwest tavilê tabela werin sererastkirin.    * Nivîskar Îhsan Çaralan, bal kişand ser têkiliyên Tirkiye û DYA yên pêşerojê û wiha got: "Piştî Serokdewletê DYA Joe Biden hat hilbijartin, dê wekî serokê berê Trump, bi Serokomar Erdogan re pirsgirêkan li pişt deriyên girtî çareser nekin. Dê ji niha û şûnde di têkiliyan de zor derkeve pêş."    * Esnafên Amedê anîn ziman ku ji ber şewbê û krîza aborî zehmetiyê dikişînin. Esnafan destnîşan kir ku hikûmetê tu alîkarî nekiriye û hindik mane derabeyên xwe deynin.    * Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Kenan Maçoglû, parve kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin û ji bo çalakiyên greva birçîbûnê jî bang kir ku daxwazên rewa û mafdar ên girtiyan bên qebûlkirin.    * Endamê Desteya Rêvebir a ÎMO'yê Serhat Pîşken anî ziman ku li Wanê li 3 deveran xetereya aşûtê heye û heya niha tu tevdîr nehatine girtin. Pîşken got bi tûnelên berfê dê ev xetere ji holê rabe.    * Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, derbarê rapora NY'yê de ku derbarê Sûriyeyê de parve kiribû, pêşnûmayek berpêşî meclîsê kiribû. Di pêşnûmayê de behsa sûcên şerî û binpêkirinên mafan hatibû kirin. Ji ber vê pêşnûma bi hinceta "fikirên şexsî" lê hat vegerandin.    * Karkerê înşeatê Kenan Ayaz ku ji bo kar ji Agiriyê çûye Enqereyê, ji ber şewbê betal maye. Mulazîm Çakan jî ku 20 sal in xaniyan çêdike, hîn jî di xaniyê bikirê de ye.    * Danişîna 117'emîn a doza derbarê kuştina rojnamevan Hrant Dînk de dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (10.00)   * Danişîna 9'emîn a doza siyasetmedarên kurd Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak dê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Meletiyê were lidarxistin. (10.00)   * Şaxên Egîtîm Senê yên Amed û Wanê dê têkildarî Melîh Bûlû yê AKP'yî ku wek rektor tayînî Zanîngeha Bogazîçîyê hat kirin daxuyanî bidin. (12.30)   * Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Amedê dê têildarî zextên li ser jinan li Parka Xezal a li Ofîsa Amedê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)   * Rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên Amedê dê li avahiya HDP'a Amedê ji bo bîranîna Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên li Parîsê hatin qetilkirin û Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên li Silopiya hatin qetilkirin bernameyek li dar bixin. (12.00)   * Koma Meclîsa Ciwanên Yekbûyî ya Edeneyê dê li avahiya HDP'a Edeneyê bi daxuyaniyekê avakirina xwe ragigihîne. (13.30)   * Komîsyona Mafê Mirovan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê dê ji mafê zarokan û pandemiyê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)