Berteka li dijî nebicîkirina tîpên kurdî: Zîhniyeta AKP’ê û qeyûm heman zîhniyet e 2021-01-06 09:03:52 MÊRDÎN – Endamê Meclîsa Şaredariya Artûklû yê HDP’yî Mehmet Alî Amak bertek nîşanî Şaredariya Artûklû ya AKP’yî ku tîpên X, W û Q ji tabelayên navên gundan derxist da û diyar kir ku zîhniyeta AKP’ê û qeyum heman zîhniyet e û xwest tavilê tabela werin sererastkirin.    Şaredariya Navçeya Artûklû ya Mêrdînê ku di bin rêveberiya AKP’ê de ye di meha kanûna 2020’an de dest bi nûkirina tabelayên navên gundan kir. Şaredariyê tabelayên navên tirkî û kurdî çikandin. Lê bes şaredariya AKP’yî tîpên X, W û Q lê nekirin ango cih nedan van tîpan. Tenê karekterên tirkî hatin nivîsandin. Di tabelayan de tîpa “Ğ” ku di kurdî nîne jî dan nivîsandin. Li şûna tîpên X, W û Q tîpên H, V û K nivîsandin.    Li ser nîşandana berteka raya giştî Şaredariya Artûklû daxuyanî da û got: “Heke di tabelayan de xeletiyek hebe, em ê rast bikin.”    Lê belê li gel ku ewqas dem di ser de derbas bû jî tîpên kurdî li navan nehatine zêdekirin. Koma Meclîsa Şaredariya ya HDP’ê jî mijarê di civîna ewil a sala 2021’an de bir rojeva civîna Meclîsê. Hevberdevkê Meclîsa Şaredariyê yê HDP’ê Mehmet Alî Amak têkildarî mijara navborî ji ajansa me re axivî.    ‘PIR BI HÊSANÎ DIKARE WERE SERERASTKIRIN’    Amak destnîşan kir ku piştî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di sala 2014’an de ket bin rêveberiya DBP’ê cara yekem tabelayên kurdî û tirkî hatin bicihkirin û got: “Piştî di sala 2016’an de qeyûm hat danîn, gelek tablea hatin rakirin. Di serdema qeyûm de tenê bi tirkî tabela hatin bicihkirin. Tabelayên gundan di bin berpirsiyariya Şaredariya Bajarê Mezin de ye. Lê belê pêşniyaza Meclîsa Şaredariya Artûklû biryar hat girtin dê tabelayên gundên girêdayî navçeyê bi du zimanan werin nûkirin. Lê li gel ku Meclîsa Şaredariyê xwest tabeleyan bibîne jî bêyî agahiya me dest bi çêkirina tabelayan kirin. Lê piştî ku tabela hatin montajkirin me van navan ferq kir.”    ‘ŞAREDARÎ JÎ KEYAYAN SÛCDAR DIKE’    Amak anî ziman ku bi derxistina tîpên kurdî re navên gundan bêmane bûne û wiha got: “Me li ser mijarê bi Şaredar re hevdîtin kir. Ji me re got wê tablea werin nûkirin. Me mijarê bir rojeva Meclîsa. Wê çareserî jî ji Meclîsê derkeve. Kêmasiya şaredar Abdulkadîr Tutaşi avêtin ser keyayên gundan. Tutaşi jî xwe diparêze ku wî li gorî navên keyayan dane wan tabelayan amade kirine. Lê em jî dibêjin ev berpirsiyarî ne ya keyayan e.” Amak da bal kişand ser daxuyaniya Şaredariyê ku gotiye dê piştevaniyê ji zanîngehê bixwaze û çareserkirina meseleyê bi rêya burokrasiyê jî bê wate ye. Amak anî ziman ku li Mêrdînê gelek kesên li ser zimanê kurmancî pispor in hene û heke şaredarî bixwaze wê ev nav pir bi hêsanî werin sererastkirin û heke neyên sererastkirin dê gundî tabelayan rakin.    'ZÎHNIYETA AKP Û QEYÛM HEMAN ZÎHNIYET E’   Amak destnîşan kir ku Serokê Şaredariyê Tutaşi ji bo sererastkirina tabelayan 10 roj dem daye wan û got: “Lê em dizanin ku zîhniyeta AKP’ê û qeyûm heman zîhniyet e. Çawa ku zîhniyeta qeyûm danîn ser şaredariyên me û êrişî tabelayên me kirin, zîhniyeta êrişî zimanê me dike heman zîhniyet e. Em ê wek HDP’ê vê meseleyê teqîp bikin. Bila xelkê me dizanibe heta ku tabela neyên rastkirin em ê dev ji mijarê bernedin.”    MA / Ahmet Kanbal