‘Bila daxwazên rewa û mafdar ên girtiyan bên qebûlkirin' 2021-01-06 09:06:56 ENQERE – Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Kenan Maçoglû, parve kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin û ji bo çalakiyên greva birçîbûnê jî bang kir ku daxwazên rewa û mafdar ên girtiyan bên qebûlkirin.  Li girtîgehan ji 27'ê Mijdara 2020'an ve çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqereyê serdana 14 girtîgehên li Herêma Anatolyaya Navîn kir û hevdîtin bi girtiyan re pêk anî.    Endamên Komîsyonê li Girtîgeha Eskîşehîr a Tîpa H, Girtîgeha Sîncan a Jimare 1 a Tîpa F, Girtîgeha Sîncan a Jimare 2 a Tîpa F, Girtîgeha Sîncan a Jinan, Girtîgeha Karabuk a Tîpa T, Girtîgeha Kayserî ya Jimare 1 a Tîpa T, Girtîgeha Kayserî ya Jimare 2 a Tîpa T, Girtîgeha Kayserî ya Jinan, Girtîgeha Afyon a Tîpa L, Girtîgeha Amasya ya Tîpa E, Girtîgeha Kirşehîr a Tîpa E, Girtîgeha Karabuk a Tîpa T û Girtîgeha Kirikkale ya Tîpa F'yê hevdîtin bi girtiyan re pêk anî.    LI 8 GIRTŞGEHAN 131 GIRTÎ KETINE GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Li girtîgehan koma 8'an çalakiya greva birçîbûnê dewr girtiye. Li girtîgehên Eskîşehîr, Sîncan a Jinan, Tokat, Kayserî ya Jinan û Karabukê komên 2 kesî û li Girtîgeha Kayserî ya Jimare 2 a Tîpa T û Girtîgeha Kirikkaleyê jî komên 3 kesî grev dewr girtine. Heya niha li 8 girtîgehan bi giştî 131 girtî ketine greva birçîbûnê.    Parêzer Kenan Maçoglû ku hevdîtin bi girtiyan re pêk anî, behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kir.    Maçoglû, destnîşan kir ku di dema pandemiyê de li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne û çendî ku şewb heye jî li hin girtîgehan mehê çend caran davêjin ser qawîşan.    Maçoglû, bilêv kir ku çûne kîjan girtîgehê girtiyan ji wan re gotiye rojnameya Yenî Yaşam, Evrensel û Bîrgunê nadin wan û pitî greva birçîbûnê ya sala 2019'an radyoyên wan hatine desteserkirin û hîn jî nedane wan. Maçoglû got: "Girtî tenê dikarin qenalên nêzî îqtidarê temaşe bikin. Nahêlin girtî qenalên muxalif temaşe bikin. Çalakiyên wekî werzîş, spor, kurs û yên din hatine kêmkirin. Hevdîtina vekirî tune ye."    LÊGERÎNA TAZΠ   Maçoglû, destnîşan kir ku mafê tenduristiyê yên girtiyan jî tê binpêkirin û got: "Di serî de li Girtîgeha Kirşehîrê û bi giştî jî li tevahiya girtîgehan, ji ber lêpirsînên dîsîplînê mafê hevdîtinê tê qedexekirin. Li Girtîgeha Kirşehîrê ji ber jimariya bi awayê şipyakî Hevserokê HDP'ê yê Kirşehîrê yê berê Saîm Ozdemîr jî di nav de 3 kes di hucreyê de ne. Li Girtîgeha Sîncan a Jimare 1 a Tîpa F'yê ji ber ku girtî li ber ferzkirina lêgerîna tazî rabûne hatine îşkencekirin. Li Girtîgeha Kayseriyê ya Jimare 1'ê jimariya bi awayekî şipyakî didome. Ên qebûl nakin jî wan dibin hewadariyê û bi darê zorê jimariyê dikin. Piraniya vana jî ji Girtîgeha Kirşehîrê hatine sirgûnkirin, ji ber ku jimariya bi awayekî şipyakî qebûl nekirine. Derbarê girtiyan de bi awayekî kêfî zabitname tên amadekirin. Dadgeriyên Înfazê jî bêyî ku lêkolînêbikin cezayên dîsîplînê li wan dibirin."    ‘BILA DAXWAZÊN WAN BÊN QEBÛLKIRIN'    Maçoglû, anî ziman ku li gelek girtîgehan îdare vîtamînan nadin girtiyên di greva birçîbûnê de.    Maçoglû, anî ziman ku girtiyan gotiye heya ku daxwazên wan neyên qebûlkirin wê çalakiya wan dewam bike û got: "Di sala 2019'an de jî ji bo tecrîd bi dawî bibe grevên birçîbûnê hatibûn kirin. Piştî greva birçîbûnê ya ji bo hin daxwazên mafdar û rewa hatibû kirin, wezaretê destûr dabû parêzeran ku biçin Îmraliyê. Lê belê ji Tebaxa 2019'an ve bi hinceta lêpirsînên dîsîplînê parêzer nikarin hevdîtinê pêk bînin. Hevdîtina dawî ya malbatan jî di 3'yê Adara 2020'an de hatibû kirin. Ji Îlona 2020'an ve jî bi hinceta cezayên dîsîplînê destûr nayê dayîn. Li girtîgehên din jî tecrîd pir giran bûye. Berî ku çalakiya greva birçîbûnê veguhere çalakiya bêdem û bêveger, divê daxwazên mafdar û rewa yên girtiyan bên qebûlkirin."    MA / Berîvan Altan