Walîtiya Stenbolê protestoyên Bogazîçiyê qedexe kir 2021-01-06 09:58:47   STENBOL – Walîtiya Stenbolê bi boneya astengkirina xwepêşandanên Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê di bin navê koronayê de her cûre civîn, xwepêşandan û meşên li Beşîktaş û Sariyerê qedexe kir.    Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan, bernamzetê parlamenteriyê yê AKP’ê Prof. Dr. Melîh Bûlû wek rektor tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê kir. Xwendekarên Zanîngehê tayînkirina Bûlû protesto dikin. Walîtiya Stenbolê bi boneya xwepêşandan ango protestoyên xwendekaran asteng bike, daxuyanik nivîskî weşand û li gorî daxuyaniyê hat destnîşankirin ku di bin navê vîrûsa koronayê de her cûre civîn, xwepêşandan û meşên li navçeyên Beşîktaş û Sariyerê yên Stenbolê qedexe kir.