Ji Kav banga greva birçîbûnê: Divê civak mil bide girtiyan 2021-01-06 10:55:51 STENBOL – Nivîskar Fûat Kav, diyar kir ku girtiyên ku greva birçîbûnê dane destpêkirin careke din rola Ocalan danînê holê û ev bang kir: “Heke civak mil bide girtiyan û xeteke têkoşînê saz bike wê encam zûtir bên girtin.”      Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê mijdarê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, di roja 41’emîn de didome.  Nivîskar Fûat Kav ku 20 sal û 6 mehan di girtîgehê de maye û gelek caran ketiye çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê, tecrîda li Îmraliyê nirxandinan û bal kişand ser piştevaniya civakî ya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin.    ‘GIRTÎ PARÇEYÊN TÊKOŞÎNÊ NE’   Kav, diyar kir ku girtiyên siyasî li girtîgehan têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê didin û wiha got: “Ji ber vê têkoşîna xwe dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Li derve tekoşîna azadî û demokrasiyê çêbibe; weke parçeyek vê têkoşînê bi awayekî xwezayî girtî jî tevlî vê pêvajoyê dibin. Girtiyên siyasî xwedî nasnameyekê ne, çalakiya wan a greva birçîbûnê di wesfa hişyariyê de ye. Girtîgeh eynika derve ne. Dema mirov li girtîgehên Tirkiyeyê bênire û bibeje, ‘li vir îşkence, zilm û zext hene’ dikare bibêje, ‘welat antidemokratik e’. “   GIRTÎGEH CIHÊ BÊDENGKIRINÊ NE   Têkildarî rola girtîgehan Kav, destnîşan kir ku girtîgeh ji bo parastina modernîteya kapîtalîst hatine avakirin û ev tişt gotin: “Girtîgeh ji bo bêbandorkirina kesên muxalîf, azadîxwaz, demokrasîparêz tên bikaranîn. Armanca bingehîn a modernîteya kapîtalîst a li girtîgehan ev e. Tê xwestin ku girtiyên siyasî yên li dijî modernîteya kapîtalîst dengê xwe bilind dikin bên bêdengkirin. Lê heke li dîrokî bê nêrin wê bê dîtin ku vîna azadî, demokrasî, çînê li girtîgehan bihêztir dertê holê.  Berxwedanên girtîgeha Amed, Vîetnam, Amerîkaya Latîn dikarin weke mînak bên nîşandan. Di sala 2020’an de girtîgeh herî zêde li têkoşîna demokrasî û azadiyê xwedî derketin. Wê îsal jî herî zêde dîsa girtîgeh xwedî lê vê têkoşînê derkevin.”   ROLA OCALAN   Di berdewamê de Kav, daxwaza girtiyan a bidawîkirina tecrîdê nirxand û derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê dema ku qala demokrasî, azadî, aştî û pirsgirêka kurd tê kirin, destpêkê Birêz Ocalan tê hişê mirov. Rol û sekna Ocalan a rola rserokatiyê ye. Girtî dibêjin ku heta Ocalan azad nebe gle nikarin azad bibin. Li Tirkiyeyê Azadiya Ocalan rast e rast bi azadî, demokrasî û aştiyê re têkildar e. Girtî jî bi vê hilmendiyê azadiya Ocalan dixwazin. Heke AKP jidil nêzî pêvajoya çareseriyê bûbûya wê li Tirkiyeyê aştî bihata sazkirin. Lê wiha nêz nebûn û rewşa niha ya Tirkiyeyê li holê ye. Heke tecrîda li ser Ocalan bê dawîkirin û derfetên siyasete bên afirandin wê herkes qezenc bike. Ji ber vê yekê girtî daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dikin.”   ‘BERXWEDANA DIYAR DIKE’    Kav, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd qrîza aborî, siyasî û civakî heye û têkildarî mijarê ev tespît û nirxandin kirin: “Sedema têkoşîna bi xizaniyê re ya çîna karker şerê li Kurdistanê tê meşandine. Sedema qrîza aborî ya bi întiharan encam dide pirsgirêka kurd e. Diyaloxa ku bi Ocalan re bê destpêkirin wê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bibe gaveke girîng. Desthilata heyî ya Tirkiyeyê ne di wê rewşê de ye ku vê bibîne. Lewre faşîzm temenê xwe bi şer, dagirkerî û zextên li ser gelan dirêj dike. Niha tişta ku ev tê kirin. Ji ber vîrûsa koronayê çalakî bi xeter e û ji bo bidawîkirina tecrîdê divê civak bikeve nav liv û tevgerê.”   ‘DIVÊ CIVAK TEVLÎ TÊKOŞÎNÊ BIBE’   Di dawiya axaftina xwe de Kav, destnîşan kir ku tevahiya dîrokê çalakiyên greva birçîbûnê li ser azadî, demokrasî û aştiyê roleke diyarker leyîstine û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Girtîgehên li Kurdistanê hê zêdetir roleke diyarker leyîstine. Bi taybetî jî di 12’ê Îlonê de Zindana Amedê vîna bingehîn a têkoşînê bû. Îro jî heman rewş heye. Bi encamdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hatibûn destpêkirin careke din girîngiya têkoşîna girtiyan derket holê. Timik çalakiyên greva birçîbûnê civakê beralî kirine. Divê civakî jî xwe tevlî têkoşîna girtiyan a bi çoş bike. Derfetên civakê ji yên girtiyan zêdetir in, divê têkoşînê mezin bikin. Heke civak mil bide girtiyan û xeteke têkoşînê ava bike wê zûtir encam bê girtin.”    MA/ Nacî Kaya