Parêzerên Z.N. giliya astengiya hevdîtina pê re kirin 2021-01-06 11:54:03   WAN  - Parêzerên penabera îranî Z.N. ku li GGM’a Wanê tecawizî wê hatibû kirin, giliya rayedarên ŞONÎM’ê ku hevdîtina bi muwekîla wan re asteng kiribûn, kirin.    Peywirdarên ewlehiyê yên Navenda Paşvegerandinê ya li navçeya Artemêtanê ya Wanê (GGM)  Î.H.K. , Y.V. û kesekî ku navê wî hê nehatiye zelalkirin, di 26’ê tîrmeha 2020’an de li navendê dest dirêjî penabera îranî Z.N. kiribûn. Piştre derbarê vê destdirêjiyê de doz hatibû vekirin û danişîna yekemîn a vê dozê di 22’ê mijdara 2020’an de li 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hatibû dîtin. Di danişînê de derketibû holê ku Z.N. 4 mehan li GGM’ê hatiye girtin û şandine Navenda Şopandin û Pêşîlêgirtina Tundiyê (ŞONÎM) ya li bajar.   Parêzerên Z.N. Ebrû Demîrtepe û Mahmût Kaçan, piştî danişînê xwestibûn bi muwekîla xwe Z.N. a li ŞONIM’ê re hevdîtin bikin, lê rayedarên ŞONÎM’ê destûr nedabûn vê hevdîtinê. Li ser vê yekê parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê dan û giliya alîkarê midurê ŞONÎM’ê û karmendê qeyda ewraqan kirin.    Hat hînbûn ku piştî giliyê lêpirsîn hatiye destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de gotinên rayedarên ku giliya wan hatiye kirin dê bên girtin.