Ji TUAY-DER’ê berteka tecrîdê: Qanûnan pêk bînin 2021-01-06 14:36:31   AMED - Hevserokê TUAY-DER’ê Mehmet Emîn Guzel, diyar kir ku tecrîd, di hiqûqa netewî û navnetewî de binpêkirina mafan e û banga pêkanîna qanûnan kir.   Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER) a Amedê, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan di 27’ê Mijdarê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan destpêkirin de li Parka Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, endam û rêveberên HDP’ê, MEBYA-DER’ê, MED TUHAD-FED’ê û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘BILA QANÛN BÊN PÊKANÎN’   Hevserokê TUAY-DER’a Amedê Mehmet Emîn Guzel, diyar kir ku bi armanca rakirina tecrîdê bi hezaran girtî di çalakiya greva birçîbûnê de ne û wiha got: "Tecrîd, di hiqûqa netewî û navnetewî de binpêkirina mafan e. Domandina tecrîdê sûc e û da zanîn ku bi pêkanîna qanûnan wê bêhiqûqî ji holê rabin. Weke li hemû girtîgehan divê li Girtîgeha Îmraliyê jî mafê hevdîtina bi parêzer, malbat, wasî re û mafê axaftina bi telefonê bê dayîn. Em dixwazin ku hewldanên aşitiyê yên di sala 2013’an de dest pê kiribûn careke din dest pê bikin, girtiyên nexweş bên berdan û di serî de li Girtîgeha Îmraliyê li hemû girtîgehan şertên li gorî rûmeta mirovan bên pêkanîn.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana zîndanan” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Ji tecrîdê re na, ji bo Ocalan Azadî” bi dawî bû.