Rapora ÎHD ya zarokan: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir 2021-01-06 15:02:10   STENBOL - Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD'ê, têkildarî pirsgirêkên zarokan ên di pêvajoya şewba Covît-19 de pêş ket, rapor aşkere kir û anî ziman ku di ve pêvajoyê de tundiya nava malê zêde bû, xizanî zêde bû û newekhevî zêde bû.    Komîsyona Zarokan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, têkildarî pirsgirêkên zarokan ên di pêvajoya şewba Covît-19 de rapor aşkere kir. Endamên Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD'ê Çagla Seven û Meltem Akboga li avahiya komeleyê rapor aşkere kirin. Endamên komîsyonê anîn ziman ku ji bo raporê bi 366 zarokên temenê wan di navbera 9-18 salî de re hevdîtin pêk anîne.    Endama Komîsyonê Çagla Seven, di raporê de bal kişand ser bandora şewba vîrûsê ya li ser zarokan û wiha got: "Qeyran û babelotan herî zêde bandor li ser zarokan kir. Me xwest bi vê raporê balê bikişînin ser pirsgirêkên zarokan û bêtir zarokan fêm bikin. Me bi giranî li Stenbolê xebat meşandin. Me hewl da bi zarokên malbatên ku înternet li malên wan heye re hevdîtin bikin. Bêyî ku dewlet li pêdiviyên zarokan binere divê hemû pêdiviyên zarokan temîn bike. Di şewbê de newekheviya di navbera zarokan de bêtir hat dîtin. Zarok bi gelek zor û zahmetiyan re rû bi rû hiştin. Di lêkolînê de tundiya li malê ya li dijî zarokan zêde bû. Dîsa newekheviya zayenda civakî zêde bû. Newekheviya mafê perwerdehiyê û ragihandinê bêtir derket nolê. Zarok ji gelek mafên di Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî de hatine parastin bêpar tên hiştin."     Endama Komîsyonê Meltem Akboga jî bal kişand ser tiştên bên kirin û wiha got:    * Divê li gorî xala 31'an a Peymana Mafên Zarokan a NY'ê divê zarok karibin azad li kolanan bilîzin û bêhna xwe bidin. Divê li gorî temenê xwe tev li xebatên şahî û çalakiyan bibin. Ji ber vê yekê divê zarok di nava şertên paqij de li kolanan bilîzin û qedexeyên kolanan li pêş zarokan bê rakirin.    * Li gorî xala 27'an a Peymana Mafên Zarokan a NY'ê divê her dewletê endamê vê peymanê hemû mafê zarokan ê tenduristî, bedenî û zihnî pêk bînin.    * Li pêş mafê zarokan astengî hene. Encamên lêkolînan nîşan didin ku pevçûnên navbera zarok û mezinan de zêde bûye û ev fikarê zêde dike. Ji ber vê yekê divê xizmetên dostên zarokan bên pêşkêşkirin.    * Endama lêkolînê nîşan dide ku li gorî xalên 28 û 29'an ên Peymana Mafên Zarokan a NY'ê divê her dewlet, mafê zarokan ên perwerdehiya bi nîletîk pêş bixe. Ji bo hemû zarok ji mafê perwerdehiyê wekhev sûdê bigirin divê xebat bên kirin.