Ji bo daxuyaniya yekîtiya neteweyî bang hat kirin 2021-01-06 15:31:25   WAN – Li Wanê dê di 8’ê çile de ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd daxuyanî were dayîn. Ji bo beşdariya daxuyaniyê belavok li esnafan belav kirin.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê li Parqa Feqiyê Teyran a Wanê di 8’ê çile de têkildarî yekîtiya neteweyî ya kurd daxuyanî bide çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, rêveberên HDP’ê û DBP’ê li navçeya Erdîşê ya Wanê ji bo beşdariya daxuyaniyê belavokan li esnaf û xelkê belav kirin û wan vexwendin daxuyaniyê.