ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2021'AN 2021-01-07 09:00:32 * Eskeran di sala 2009'an de li navçeya Çardêranê xwendekarê lîseyê Îbrahîm Atabay ê 17 salî kuştibû. Dosyeya Atabay bi hincetên "binpêkirina mafên jiyanê" û "nebûna lêpirsîneke çalak" ji DMME'yê re hat şandin.  * Li Çemê Zorê tê xwestin ku HES bê çêkirin. Şêniyên herêmê ji ber ku dê HES xwezaya wan û çavkaniyên wan ên debarê talan bike, dixwazin bê betalkirin û ji bo vê serî li Midûriyeta Îdareya Taybet a Îmarê û Başkirina Bajêr a Êlihê dan.    * Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, bal kişand ser 25'emîn salvegera kuştina rojnameger Metîn Goktepe û wiha got: “Ew remza têkoşîna azadiya çapemeniyê ye."      * Komên muzîkê ku ji ber şewba Covîd-19'ê êdî nikarin kar bikin, anîn ziman ku ji ber ku piştgiriya wan nayê kirin ensturumanên xwe difiroşin.    * Huseyîn Beyoglû yê AKP'î ku bi destê YSK'ê bû Şaredarê Şaredariya Rezanê, piştî ku qaseya şaredariyê vala kir, dest bi firotina erdên şaredariyê kir. Di du salan de 17 parsêl eraziyê şaredariyê bi 20 milyon TL'yî firot û eraziyê ku bihayê wî 11 milyon û 665 TL ye jî daye ber firotinê.    * Hat diyarkirin ku Midûriyeta Polîsan a Amedê, navê kesên ku diçin avahiya HDP'ê ya Amedê qeyd dike. Rêvebirê partiyê Mehmet Oner, diyar kir ku tişta tê kirin ne hiqûqî ye.    * Hîkmet Aydogan, anî ziman ku rewşa kurî wê Abdulkadîr Akdogan ê li Îzmîrê girtî xirab dibe û got: "Zarokên me berdin. Êdî bes e!"    * Perwerdekarên ku di Fabrîkeya Pîşeyî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de dixebitin, diyar kirin ku ji ber ku niha kurs tune ne meaş jî nagirin û heqê sîgorteya wan jî nayê dayîn.    * Li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa F'yê, 15 roj cezayê hucreyê li girtiyekî hat birîn. Ceza ji ber ku girtî derbarê pirtûkekê de nîşe girtine hatiye birîn.    * Danişîna doza Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" tê darizandin dê li Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê bê lidarxistin.  (09.30)   * Danişîna ewil a doza Hevşaredara Qesê Şevîn Alaca ya qeyûm tayînî şûna wê hat kirin dê li Dadeha Cezayê Giran a Qersê were lidarxistin. (10.00)   * Danişîna doza Serokê Federasyona 78'an a Şoreşger û helbestvan Ahmet Tellî dê li Dadgeha Enqereyê were lidarxistin. (09.30)   * Danişîna ewil a doza 7 ciwanan dê li Dadgeha Edeneyê were lidarxistin. (10.00-19.00)    * Rêxistinên HDP'ê û Meclîsa Jinan a HDP'ê dê serdana gorên Sakîne Cansiz (li Dersimê), Fîdan Dogan (li Mereşê) û Leyla Şaylemez (li Mêrsînê) ên li Parîsê hatibûn qetilkirin bikin û wan bibîr bînin. Dê li gelek bajarên din jî ji bo her sê jinan merasîmên bîranînê bên lidarxistin.  (11.00-13.00)   * Protestoyên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê dê bidome û dê li gelek bajaran daxuyaniyên piştevaniya ji bo xwendekaran bên dayîn. (12.30)