Polîs navê kesên ku diçin HDP'ê qeyd dikin 2021-01-07 09:05:13 AMED - Hat diyarkirin ku midûriyeta polîsan a Amedê, navê kesên ku diçin avahiya HDP'ê ya Amedê qeyd dike. Rêvebirê partiyê Mehmet Oner, diyar kir ku tişta tê kirin ne hiqûqî ye.  Piştî ku bi fermana Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di 3'yê Îlona 2019'an de hin malbat li ber avahiya HDP'ê ya Amedê hatin rûniştandin, hema bibêje ber avahiya partiyê bûye qereqol. Kesên tên avahiya partiyê, polîs nasnameyên wan kontrol dikin. Car carinan jî HDP'î rastî êrîşên devkî û fizîkî yên kesên li ber avahiyê hatine rûniştandin û endamên partiyê tên binçavkirin. Hat diyarkirin ku demeke polîsên li ber avahiyê navê kesên tên partiyê qeyd dikin. Polîs ji kesan re dibêjin "biryara midûriyeta polîsan a Amedê ye" û navên wn qeyd dikin.    Rêvebirê HDP'a Amedê Parêzer Mehmet Oner, anî ziman ku her tim êrîş li ser partiya wan hene û malbatên li ber avahiyê hatine rûniştandin jî perçeyek vê konseptê ne.    Oner, bal kişand ser êrîşên van kesên li ber avahiyê jî û anî ziman ku gelek caran serlêdan hatine kirin, lê belê dîsa jî tu tevdîr nehatine girtin. Oner got: "Gava êrîşê dibin ser endamên me û rêvebirên me, ên tên binçavkirin cardin rêvebir û endam in."   Oner, destnîşan kir ku armanca vê yekê rawestandina kar û barên siyasî yên partiya wan e.  Oner, anî ziman ku derbarê êrîşan de giliyê polîsan û van kesên li ber partiyê kirine, lê belê biryara neşopandinê hatiye dayîn. Oner got: "Kesên ku heya niha me giliyê wan kirine îfade jî nedane. Heya niha me li dor 10 caran gilî kirine."    'NE HIQÛQÎ YE'    Oner, destnîşan kir ku armanca sereke ya kesên li ber avahiya partiyê astengkirina çalakiyên HDP'ê ye û ev yek bi qesdî tê kirin. Oner, ji bo kontrolkirina nasnameyan ku polîs dikin jî anî ziman ku ji bo vê yekê biryara dadgehê divê, lê belê ev çend roj in piştî nasname tên kontrolkirin nav jî tên qeydkirin. Oner, destnîşan kir ku ev jî konsepteke nû ye û tişta tê kirin ne tiştekî hiqûqî ye.