Li Washingtonê 52 kes hatin binçavkirin 2021-01-07 11:42:09   ENQERE - Serokê Teşkîlata Polîsan a Washingtonê Robert J. Contee ragihand ku 52 kes hatine binçavkirin.     Ji ber ku piştevanên Donald Trump duh bi ser Kongreya Emerîqayê de girtin, li Washingtonê bûyer derketin. Di encama van bûyeran de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 52 kes jî hatin binçavkirin. Serokê Teşkîlata Polîsan a Washingtonê Robert J. Contee, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber bûyeran 52 kesên hatine binçavkirin.