Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-01-07 14:07:03 MEREŞ - Ji sê siyasetmedarên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Fîdan Dogan, li ser gora xwe ya li navçeya Elbîstanê hat bibîranîn.    Siyasetmedara jin a Kurd Fîdan Dogan a li paytexta Fransa Parîsê bi siyasetedarên Kurd Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez re, di 9’ê Çileya 2013’an de hat qetilkirin, li ser gora xwe ya li Taxa Xopon a girêdayî navçeya Elbîstan a Mereşê hat bibîranîn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê û xizmên Dogan beşdarî bîranînê bûn.    Esker û polîsan berî bîranînên, tax û goristan kirin dorpêçê. Eskeran bi dronê bîranîn şopandin. Jinên beşdarî bîranên bûn, şelpên xemrî dan serê xwe.    ‘DIVÊ FRANSA BERPIRSIYARTIYA XWE BIBÎNE’   Wekîla HDP’ê Ayşe Surucu, di bîranînê de axivî û wiha got: “Bi ser komkujiya li Fransayê pêk hat re sal derbas bûn. Lê hîna jî ev komkujî nehatiye ronî kirin. Di warê hiqûqî tu gavên şênber nehatin avêtin. Qatil nehatin aşkere kirin. Ev komkujî bi awayekê plankirî li ber tevahiya çavê cîhanê pêk hat. 3 şoreşgerên jin li Parîsê hatin qetilkirin. Divê rayedarên Fransa yên wê demê xwe berpirsiyarê vê komkujiyê bibînin. Têkoşîn û sekna Sakîne, Fîdan û Leyla, hêzek mezin da têkoşîna gelê kurd. Emê li ser şopa wan her daîm têkoşîna xwe dewam bikin.”   Girseyê piştî axaftinê qerenfîl danî ser gora Dogan û piştî bîranînên dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kir.