Serokê lijneya weşanê ya Weşanxaneya Zanîngeha Bogazîçiyê îstîfa kir 2021-01-07 14:45:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Lijneya Weşanê ya Weşanxaneya Zanîngeha Bogazîçiyê Mûrat Gulsoy ji peywîra xwe îstîfa kir.   Bertekên li dijî Melîh Bûlû yê AKP’î ku bi biryara Serokkomar weke rektor tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hat kirin berdewam dikin. Nivîskar û hîndekar Mûrat Gulsoy ê ku ji sala 2004’an û vir ve Serokatiya Lijneya Weşanê ya Weşanxaneya Zanîngeha Bogazîçiyê dikir, îstîfa kir.   Gulsoy, îstîfaya xwe di hesabê xwe yê twîterê de, bi van gotinan ragihand: “Min ji peywîra xwe ya Serokatiya Lijneya Weşanê ya Weşanxaneya Zanîngeha Bogazîçiyê ku ji sala 2004’an û vir ve dikim, îstîfa kir. Spasiya her kesên ku evqas sal in keda wan derbasbûyî dikim.”