Wezareta Tenduristiyê ji bo vegera ser kar a bijîşk got 'li gor mewzûatê ye' 2021-01-08 09:09:34 ENQERE - Wezareta Tenduristiyê, ji bo Doç. Dr. Mûstafa Ûlaşli yê bi KHK'ê hatibû îxrackirin diyar kir ku vegera wî ya ser kar "li gor mewzûatê" ye. Ûlaşli, yek ji wan bijîşkan e ku şewba Covîd-19'ê "baş nas dike."    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, derbarê Doç. Dr. Mûstafa Ûlaşli de ku bi KHK'ê hatibû îxrackirin û niha li Amerîka û Hollandayê derbarê şewba Covîd-19'ê de dixebite, pêşnûmayek dabû ber Wezareta Tenduristiyê. Gergelîoglû, ji bo Ûlaşli vegere ser karê xwe pêşnûmayeke ji 10 pirsan pêk dihat berpêşî wezaretê kiribû.    Wezaretê bersiva pêşnûmaya Gergerlîoglû da. Wezaretê di bersiva xwe de derpêş kir ku lêpirsîna ewlehiyê û lêkolîna arşîvê ji aliyê Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ve hatiye betalkirin, lê belê li gor xala 153'yan a Qanûna Bingehîn "biryarên betalkirinê paş ve nayên". Wezaretê, di bersiva xwe de diyar kir ku betalkirina vegera ser kar a Ûlaşli, beriya betalkirina biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) "li gor mewzûatê" bûye.    Gergerlîoglû biryara Wezareta Tenduristiyê nirxand.   ‘BIYARÊN DINÊ JÎ DIVÊ BÊN BETALKIRIN'    Gergerlîoglû, destnîşan kir ku AYM'ê lêpirsîna ewlehiyê û lêkolîna arşîvê betal kiriye, lewma biryarên ku berê hatine girtin jî divê bên betalkirin. Gergerlîoglû, anî ziman ku Ûlaşli li derveyî welat derbarê şewba Covîd-19'ê de dixebite û mirovekî zanyar e û got: "Gava şewb nû belav bûbû, me kampanyayek dabû destpêkirin ku Mûstafa Ûlaşli xizmetê bike. Min telefonî Wezîrê Tenduristiyê jî kir. Mirovekî ku fêdeya wî bigihê mirovahiyê, bi hincetên pûç hatiye îxrackirin. Dû re ji ber lêpirsîna ewlehiyê ya ku AYM'ê betal kiribû hat îxrcakirin. Çendî ku biryareke berê be jî, ev li dijî Qanûna Bingehîn in. AYM jî betal kiriye. Lewma biryarên derbarê lêpirsîna ewlehiyê de jî divê bên betalkirin."    ‘HINCETÊN SIYASÎ'    Gergerlîoglû, destnîşan kir ku Ûlaşli di warê şewba Covîd-19'ê de tiştên girîng kirine û got: "Welatên din bijîşkênn teqawidbûyî û yên îstifa kiribûn gazî hemûyan kir. Lê li Tirkiyeyê mirovên baş li derveyî welêt in. Ev hemû ji ber hincetên siyasî ne. Di vir de gunehê mezin di stuyê wezaretê de ye. Ji lewra fêdeya van mirovan fêdeya ji bo mirovahiyê ye. Derbarê wî de biryara beraetê hatibû dayîn, lê cardin derbarê wî de lêpirsîneke pûç hatiye destpêkirin."   MA/ Dîren Yûrtsever