Nûnerên rêxistinên sivîl: Ev qanûn dê mafên demokratîk binpê bike 2021-01-08 09:11:54   ÎZMÎR - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, bal kişandin ser qanûna ku dê bihêle qeyûma tayinî komele û weqfan bê kirin û destnîşan kirin ku dêv bi vê yekê re maf û daxwazên demokratîk ji holê bên rakirin.    Di 27'ê Kanûna 2020'an de "Qanûna Derbarê Pêşîlêgirtina Fînanskirina Çekên Komkujiyê" li Meclîsê hat qebûlkirin. Ev qanûn pêşî li ber tayinkirina qeyûman jî vekiriye ku hikûmet dikare qeyûman tayinî komele û weqfan bike. Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAY-DER) a Egeyeê Ahmet Ertaş û Seroka Komeleya Rojeva Mafên Mirovan a Îzmîrê Ozlem Yilmaz qanûna navbirî nirxandin.    'ARMANC TENÊHIŞTINA GIRTIYAN E'    Hevserokê TÛHAY-DER'ê Ahmet Ertaş, destnîşan kir ku bi vê qanûnê maf û daxwazên demokratîk ên komele û weqfan dê ji holê bên rakirin. Ertaş got: "Em TÛHAY-DER, binpêkirinên mafan û zext û zoriyên li girtîgehan bi raya giştî re parve dikin."    Ertaş, destnîşan kir ku hêza herî dînamîk û berxwdêr girtiyên siyasî û girtîgeh in û got: "Em tevî malbatan binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dixin rojevê. Armanca vê qanûnê ew e ku girtiyan bi tenê bihêle û nehêle dengên wan bigihê derve."    'EM VÊ QANÛNÊ NAS NAKIN'    Ertaş, bilêv kir ku dê komele û rêxistinên civaka sivîl bi hev re li ber vê qanûna navbirî rabin û got: "Em qanûneke wiha nas nakin. Komele, dengê civakê û daxwaza demokratîk in."    DÊ LÊGERÎNA JI BO MAFAN BÊ ASTENGKIRIN    Seroka Komeleya Rojeva Mafên Mirovan a Îzmîrê Ozlem Yilmaz jî anî ziman ku dê bi vê qanûnê re pêşî li ber girtina rêxistin, komele û saziyên girseyî bê vekirin û dê lêgerîna ji bo mafan bê astengkirin.    Yilmaz, anî ziman ku derbarê vê qanûnê de hin rêgezên Neteweyên Yekbûyî û saziyeke malî ya bi navê FATF'ê heye û got: "Ev qanûn, ji Tirkiyeyê xwestibû derbarê fînanskirina terorê de û bi awayekî derqanûnî bidestxistina pereyan de hin pîvanan deyne. A rast diviyabû bi vê qanûnê re fênaskirina rêxistinên radîkal ên wekî DAIŞ, El Qaîdeyê bihata astengkirin. Lê belê esil Neteweyên Yekbûyî, ji Tirkiyeyê xwestibû derbarê pêşîlêgirtina nelirêtiyê de hin tevdîran bigire. Lê belê li cem me tam tersa vê bû."    Yilmaz, anî ziman ku lê belê tiştak ku Neteweyên Yekbûyî dixwest ne ev qanûn bû û got: "Ji dêvla vê dê komele bên girtin û dê lêgerîna ji bo mafan bê astengkirin.