Xwendekarên YYU'yê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê 2021-01-08 10:01:36   WAN - Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê, bi daliqandina pankartekê piştevaniya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên ku li dijî tayînkirina rektor derdikevin kirin.   Bertekên li dijî Melîh Bûlû yê AKP’î  ku weke rektor tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hat kirin, berdewam dikin. Xwendekarên endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Antropolojî û Zanistê ya girêdayî Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) ya Wanê, pankarta bi nivîsa “YYU, li cem Bogazîçiyê ye, zanîngeh yên me ne dê bi me azad bin” li Cadeya Maraşê ya bajêr daliqandin û piştevaniya xwendekarên Bogazîçiyê kirin.