Nasnameya penaberek din a karesata keştiyê eşkere bû 2021-01-08 10:35:44   WAN – Ji penaberên di Gola Wanê de xeniqîn û li Goristana Bêkesan hatibûn veşartin, hat diyarkirin ku yek ji cenazeyan ê Shahram Alî Khazari ye.    Di 27’ê hezîrana 2020’an de keştiya penaberan noqî Gola Wanê bûbû. Di encama xebetek dirêj de 2 jê zarok cenazeyê 61 kesan hatibû derxistin. Hin cenaze ji aliyên xwediyên xwe ve hatin wergirtin gelek cenazeyên nasnameya wan eşkere nebû jî li Goristana Bêkesan a Wanê hatibûn veşartin. Ev penaber welatiyên Îran, Afganîstan û Pakîstanê bûn.    Hat diyarkirin ku yek ji van cenazeyên li Goristana Bêkesan jî yê Shahram Alî Khazari ye. Malbata Khazarî ji Îranê nimûneyên DNA’yê şand û encam rast derket. Tê payîn ku cenaze di rojên pêş de ji aliyê malbatê ve were wergirtin.