EBTO’yê banga berdana Dr. Şeyhmûs Gokalp kir 2021-01-08 14:48:38   ENQERE - Sekretera Giştî ya EBTO’yê Dr. Neşe Yilmaz, diyar kir ku girtina Endamê Lijneya Rûmetê ya Bilind ê TTB’ê Dr. Şeyhmûs Gokalp bê hiqûqî ye û bang kir ku Gokalp demildest were berdan.   Odeya Tabîban a Bîlecîk û Eskîşehîrê (EBTO), ji bo Endamê Lijneya Rûmetê ya Bilind ê TTB’ê Dr. Şeyhmûs Gokalp ku niha girtî ye, civîna çapemeniyê li dar xist. Bijîşkan li Salona Civînê ya EBTO'yê ya Ata Soyerê daxuyanî da. Di civînê de pankarta “Bila Dr. Şeyhmûs Gokalp were berdan” hat daliqandin. Sekretera Giştî ya EBTO’yê Dr. Neşe Yilmaz, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku li gel hemû îtîrazan jî Dr. Gokalp 50 roj in girtî ye. Yilmaz bi bîr xist ku Dr. Gokalp bi beyanên derew hatiye girtin û wiha got: “Girtina Dr. Şeyhmûs Gokalp a bê hiqûqî nayê qebûlkirin. Divê hevalê me Gokalp demildest serbest were berdan û darizandina wî berdayî berdewam bike.”