Polîsan mudaxaleyî çalakiya ‘Rektorê qeyûm' kirin 2021-01-08 15:12:20 ENQERE - Li Enqereyê xwendekaran tayînkirina "Rektorê qeyûm" a Rektoriya Zanîngeha Bogazîçî şermezar kirin. Polîsan mudaxaleyî çalakiya xwendekaran kir û gelek xwendekar binçav kirin. Li Mêrsînê jî xwendekaran "Rektorê qeyum" protesto kir.    Li Enqereyê komek xwendekar li Kolana Îzmirê kom bûn û xwestin bimeşin Parka Guvenê û "Rektorê Qeyûm" ê tayînî Rektoriya Zanîngeha Bogazîçî hatiye kirin şermezar bikin. Xwendekarên ku li Kolana Îzmirê kom bûn û xwestin bimeşin Parka Guvenê bi barîkata polîsan re rû bi rû man. Polîsan li vir bi tundî mudaxaleyî xwendekaran kir û tevî rojnamegeran ji qadê dûr xistin. Polîsan di mudaxaleyê de gelek xwendekar binçav kirin. Ciwanan bertek nîşanî mudaxaleya polîsan dan û dirûşmeyên “Zanîngeh yên me ne" û “Qeyûm bicehime" berz kirin. Polîsan dema xwendekar binçav kirin pankart û dowîzên di destê wan de perçe kirin. Li aliyê din polîsan ji  welatiyên li kolana Sakarya kom bûne jî xwest maskeyên xwe derxin. Welatiyan ev helwesta polîsan şermezar kir. Polîsan dîsa jinek pîr bi tundiyê ji qadê dûr xist. Polîsan di mudaxaleya xwendekaran de gelek xwendekar binçav kirin.    MÊRSÎN     Li Mêrsînê jî xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê bi heman armancê tayînkirina qeyûm a rektoriyê şermezaer kirin. Xwendekar li pêş Platin a Navçeya Yenîşehîrê kom bûn û heta Navenda Kirîn û Firotinê ya Forumê meşiyan. Gelek xwendekar tev li meşê bûn û pankarta “Em Rektorê Qeyûm naxwazin" vekirin. Li ser navê xwendekaran Hasan Tekîn diyar kir ku li dijî tayînkirina qeyûmê rektor zanîngeh yên wan in û wiha got: "Rektorê Qeyûm ê tayînî Zanîngeha Bogaziçî hatiye kirin Melih Bulu berê wekilê AKP'ê bû."    Xwendekaran di çalakiyê de dirûşmeyên “Zanîngeh yên me ne. Dê bi me azad bibin" û “Em Rektorê Qeyûm naxwazin"