Xwendekaran li avahiya rektoriya Bogazîçiyê tabelaya “Qeyûmtî” daliqandin 2021-01-08 16:28:28   STENBOL - Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê, li avahiya rektoriya Bogazîçiyê tabelaya “Qeyûmtî” daliqandin.   Çalakiyên şermezarkirinê yên Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li dijî tayînkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP’î dabûn destpêkirin tevahiya rojê berdewam kirin. Dema ku berxwedana xwendekaran a Deriyê Kampusa Başûr berdewam dikir, komeke xwendekaran jî ji kaxizê tabelayeke ku li ser “Qeyûmtî” nivîsandin bi têketina avahiya rektoriyê ve kirin. Li zanîngehê çalakiya nobetê ya xwendekaran didome.