186 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin 2021-01-08 20:20:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 186 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 11 hezar û 479 kesên din jî  pozîtîf derket. Hejmara kesên heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 22 hezar û 450.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 186 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 11 hezar û 479 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 22 hezar û 450 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 307 hezar û 581.