ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2021'AN 2021-01-09 09:00:41   * Li Stenbolê li gor par rêjeya tijebûna bendavê ji sedî 36'an kêm bû, bû ji sedî 19.79. Hîndekarê Fakulteya Daristanê ya Zanîngeha Stenbolê Doganay Tolûnay, anî ziman ku Stenbol bi xetereya ziwabûnê re rûbirû ye û ji ber avahiyên sermayeyê hewzên avê tune bûne.    * Parêzerê Komkujiya Prîsê Jean-Louis Malterre, bibîr xist ku malbatan ji ber şewba Covîd-19'ê di Adara 2020'an de nikaribûne îfadeyê bidin û got: "Lê di demên dawî de lêpirsîn cardin dest pê kirin û em bihêvî ne ku di baharê de geşedanên nû rû bidin."    * Rojnamevanan bi boneya 10'ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin gotin: "Çendî zext û zorî hebin jî, rojnamevan nûçeyan çêdikin."    * Parlementerê HDP'ê Mûsa Pîroglû, diyar kir ku serketina têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê, bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e û got: "Ev jî bi azadiya Ocalan pêkan e."    * Li girtîgehê Mehmet Sidik Meşe, feleqe jî di nav de bi gelek awayî îşkence re rûbirû mabû. Bijîşkê ku derbarê wî de de rapor amade kiribû, di raporê de gotiye: "Ji ber bêxewiyê çavên wî werimîne." Parêzerên Meşe jî anîn ziman ku dozger bi helwesta xwe nîşan daye ku li hêla îşkenceyê cih digire û dixwaze delîlan ji holê rabike.    * Ferhat Demîrbaş ku 2 sal berê li Girtîgeha Osmaniyeyê gardiyanan û bijîşkê girtîgehê lê xistibûn, gilî kiribû. Lê belê her du caran jî derbarê gilîkirina wî de biryara "neşopandinê" hat dayîn. Parêzera Demîrbaş dê careke din jî îtiraz bike.    * Polîsan, di binçavan de heqaret û tahde li xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê kiriye. Xwendekar Ferhat Ergen, anî ziman ku polîsan tim tahde li wan kiriye û kesa LGBTÎ+ ya bi navê Havîn jî anî ziman ku polîsan bi tecawizkirinê gef lê xwarine.    * Parêzerê nûçegihanê me Mehmet Aslan ê duh li Antalya hat girtin, Îslam Aslan diyar kir ku Mehmet Aslan ji ber nûçeyên derbarê girtîgehan de çêkiriye hatiye girtin û got: “Bi girtina van rojnamevanan dixwazin hibreya rojnamevaniyê ziwa bikin.”    * Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê di hefteya 622'yemîn de çalakiya "Bila winda bên dîtin, kujer werin darizandin" li ser înternetê li dar bixe. (11.00)   * Dayikên Şemiyê bi armanca li aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin cezakirin dê di hefteya 824'emîn de çalakiya xwe online li dar bixin. (12.00)   * Parêzvanên mafê mirovan dê li Stenbolê û Enqereyê wek her hefteyê vê hefteyê jî bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)