Parêzer Turhalli: Ji bo sûcê nîne jî bi sedan sal ceza tê xwestin 2021-01-09 09:53:52 AMED – Parêzer Cemîle Turhalli Balsak diyar kir ku îdianameya Kobanê wesfê kurteya hemû dozên siyaseta kurd û pêkhateyên wê ne û got: “Ji sûcên li holê nîn in re jî bi sedan sal ceza tê xwestin.”    Îdianameya “Kobanê” ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat amadekirin û ji 3 hezar û 530 rûpel pêk tê. Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn a Enqereyê îdianameyê qebûl kir. 108 siyasetmedar di îdianemyê de cih digirin û ji sûcên “Xerakirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welat” û 37 car “kuştina kes” tên tewanbarkirin û bi sedan sal ceza ji bo siyasetmedaran tê xwestin.    Cemîle Turhalli Balsak a parêzera gelek siyasetmedarên ji vê dozê tên darizandin dike, îdianameyê nirxand.    ‘KURTEYA DOZÊN SIYASETA KURD E’   Cemîle Turhalli Balsak diyar kir ku îdianameya Kobanê wesfê kurteya hemû dozên siyaseta kurd û pêkhateyên wê ne û wiha got: “Îdianame li ser çalakiyên 6-8’ê Cotmehê yên Kobanê hatiye hûnandin. Yanî ev îdianame ji bûyerên civakî yên Kobanê pêk tê. AKP jî her tim van bûyeran dixwaze HDP’ê bike hedef. Îqtîdar dibêje ku banga HDP’ê ya li ser Twîtterê xelkê rakiriye ser pêyan. Lê belê gelek siyasetmedar ne endamên MYK’a HDP’ê ne lê dîsa jî ji dozê tên darizandin.”   ‘SÛC NÎNE LÊ BI SEDAN SAL CEZA TÊ XWESTIN’    Balsak anî ziman ku îdianame li ser daxwaz û gotinên îqtîdarê hatiye amadekirin û wiha got: “Hema bêje sûcên di Qanûna Cezayê Tirk (TCK) de nîn in jî ji her siyasetmedarek re cezayê girankirî yên heta hetayê û bi sedan sal ceza tê xwestin. Di îdianameyê de rêgeza şexsî, azadiya şexsî û mafê ewlehiyê li ber çavan nehatiye girtin. Adeta ji bo sûcên tune ne jî bi sedan sal ceza hatiye xwestin.”    MA / Ozgur Paksoy