Şeker: Daxwazên girtiyan, berpirsiyartiya civakê ye jî 2021-01-09 10:14:58 AMED - Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker, diyar kir ku şert û mercên di Girtîgeha Îmraliyê de, ji bo kesekê hatine diyar kirin û got: “Civak dixwaze ku qanûn bên bicihanîn. Ev ne tenê berpirsiyartiya girtiyên di greva birçîbûnê de ne, di heman demê de, ev berpirsiyartiya civakê ye jî.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê dimîne, 22 salin dibin tecrîdeke girankirî de tê girtin. Girtiyên siyasî, ji bo kişandina tecrîda li Îmraliyê û bi dawî kirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêde bûne, di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Hevserokê Giştî yê Komeleye Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker, derbarê çalakiya greva birçîbûnê û daxwazên girtiyan de axivî û nirxandinên girîng kirin.    HIQÛQA JI BO KES HATIYE DIYARKIRIN    Şeker, diyar kir ku Ocalan di encama komploya navneteweyî de teslîmî Tirkiyeyê hat kirin û wiha got: “Dûre dadgeheke ava kirin û darizandin. Piştre jî, kirin Girtîgeha Îmraliyê ya bi taybetî ji bo kesekê hatiye avakirin. Hiqûqeke rast ji bo Ocalan nehat bi cih anîn. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo cezayê girtîgeha heta hetayê biryar da ku hin qanûn ji nû ve bên sererastkirin. Lê Tirkiyeyê, derbarê vê biryarê de tu gav ne avêt.”    RAVEKIRINA WÊ YA HIQÛQÎ TUNEYE   Şeker, da zanîn ku Ocalan 22 salin di Girtîgeha Îmraliyê de tê girtin û wiha bilêv kir: “Ev 22 salin hemû mafên wî tên astengkirin. Birêz Ocalan bi tena serê xwe di Girtîgeha Îmraliyê de tê girtin. Mafê wî yê telefonê tuneye, mafê wî yê parêzeran tuneye, mafê wî yê şandina nameyan tuneye û nikare tu mafên xwe yên qanûnî bi kar bîne. Hemû mafên wî ji wî hatine girtin. Ev rewş, bi temamî bi binyada konjonktûra dewletê ve girêdayî ye. Tecrîd kirina Ocalan li ser keyfa dewletê ma ye. Lê dewletê tu carî tecrîd ne rakir. Ravekirina vê ya bi hiqûqê qet tuneye. Êdî hemû kes jî di ferqa vê yekê de ye.”   LÊPIRSÎNÊN DISÎPLÎNÊ    Şeker, anî ziman ku daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ya din jî ew ku binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan bi dawî bibine û wiha rêz kir: “Li girtîgehan binpêkirinên mafan pir zêde bûne. Piştî çalakiyê derbarê girtiyan de dest bi lêpirsînan hatine kirin. Bi hincetên vale lêpirsînên dîsîplînê li girtiyan vedikin. Êdî girtî van zextan qebûl nakin. Ev binpêkirinên mafan jî, bi rewşa siyasî ve girêdayî ye. Dewlet dixwaza girtiyan teslîm bigire û ji koka civakê qût bike. Girtî jî li dijî vê yekê daxwaza mafên xwe yên herî bingehîn dikin.”   ‘BERPIRSIYARA ME HEMÛYANE’   Bunyamîn Şeker, dest nîşan kir ku êdî baweriya girtiyan bi hiqûqê nayê û ev peyam da: “Girtiyan li dijî vê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Girtî dixwazin qanûn bên bi cihanîn, mafên wan bên dayîn û pêkanînên keyfî bi dawî bibin. Dixwazin dewlet van daxwazên wan bi cih bînin. Ev ne tenê berpirsiyartiya girtiyên di greva birçîbûnê dene, di heman demê de ev berpirsiyartiya me hemûyane. Berpirsiyartiya hemû civakê ye. Îro her kes dixwaza hiqûqa demokratîk li Tirkiyeyê bê bicihanîn. Divê em hemû vê berpirsiyartiya xwe bi cih bînin.”   MA / Cengîz Ozbasar