Çû bîlêt bigire, lê carek din agahî jê nehat girtin 2021-01-09 12:06:24   AMED - Xizmên Windayan, aqûbeta Recep Bûttanri yê ku ji bo biçe yekîneya xwe ya eskerî çû bilet bigire û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.    Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” di heftiya 622’yemîn de, li ser înternetê onlînê li dar xist. Di çalakiya vê heftê de, aqûbeta Recep Bûttanri yê ku di 3’yê Nîsana 1999’an xwest ji Amedê biçe Konyayê û carek din agahî jê nehat girtin hat pirsîn. Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê Yakûp Guven, çîrok windabûna Bûttanari vegot.    Yakûp Goven, bal kişand ser serpêhatiya windabûna Recep û wiha got: “Bûttanri berî winda bibe li Konyayê eskertî dikir û hatibû destûra malê. Bûttanrî ji bo ku paşve vegere yekîneya xwe di 3’yê Nîsana 1999’an de ji malê derdikeve û diçe otogara Amedê. Ji wê rojê û şûnde bi tu awayî agahî ji Bûttanri nayê girtin.”    ‘POLÎSÊN SIVÎL BI SER MALÊ DE GIRTIN’   Guven, da zanîn ku piştî 4 roj windabûna Bûttanri 3 kesên kiçên sivîl wan tê malbata wî û wiha bilêv kir: “Ev kes derdora 06.00’ê sibehê bi zorê dikevin mala Bûtanri. Ev kes hemû endamên malbatê di odeyekê de kom dikin. Dûre dest bi lêgerîna malê dikin. Li gorî îdîayên malbatê ev kes 40 mîlyar pere û çeka bi rûxsat a malbatê bi xwe re dibin û diçin.”    DEMA KU POLÎSAN TEŞHÎS KIRIN    Guven, bal kişand ser lêgerîna malbatê û wiha pê de çû: “Dayika Bûttanri ji ber vê rewşê serî li Şaxa Miduriyeta Polîsan a Amedê dide. Ji rayedarên polîsan re dibêje, kesên ketin mala wê polîs bûn. Dayika Bûttanri, kesên ketina mala wê bi wêneyan teşhîs dike. Polîs piştî teşhîskirina 3 kesan dikevin nava fikaran û malbatê bi darê zorê ji Miduriyeta Polîsan derdixin.”    ‘BÛTTANRI GEL WAN BÛ’   Guven, pirsa aqûbeta Bûttanri kir û wiha got: “Di serdegirtina malê de, zarokên çopê kom dikin, dibînin ku Bûttanri di wesayeta wan kesên bi ser malê de girtin, dest û milên wî girêdayîn e. Zarok agahiyê didin malbatê û vê rewşê ji malbatê re vedibêjin. Malbat jî, li ser vê yekê bi nivîskî serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dide. Lê ji bo serdegirtina malê xemla dizîtiyê tê dayîn û biryara ne şopandinê ji bo lêpirsînê tê dayîn. Bi vî awayî, ligel hemû hewldanên malbatê jî, carek din agahî ji Recep Bûttanri nayê girtin.”