Ji TGS’ê daxuyaniya 10’ê Çile: Zextên li ser rojnamevanan zêde bûye 2021-01-09 14:22:34   STENBOL – TGS’ê têkildarî 10’ê Çile Roja Rojnamevanên Dixebitin qanûna ji bo mafê rojnamevaniyê tê nasîn tê binpêkirin û zext her roja diçin zêdetir dibin.    Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê (TGS) têkildarî 10’ê Çile Roja Rojnamevanên Dixebitin daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rojnamevan bêkar in, çapemenî û azadiya derbirînî bi astengiyan re rûbirû ye û wiha hat gotin: “Di Tirkiyeya roja me ya îroyîn de pênasekirina 10’ê Çile roja ‘Rojnamevanên Dixebitin’ gelek zor e. Çimkî bêkariya di sektoriya rojnamevaniyê de gelek zêde ye. Karkirina bêsendîkayî ji sedî 90’î bihûriye, 67 rojnamevan di girtîgehan de ne. Divê têkoşîn were kirin. Ji bo rojnamevanên nû mezûn dibin îstîhdama kar ji sedî 25-30 ye.”   TGS’ê di daxuyaniyê de cih daye pirsgirêkên bingehîn ên ku rojnamevan pê re rûbirû ne û tê xwestin mercên rojnamevanan werin başkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di sala 60’emîn a Roja Rojnamevanên Dixebitin de rojnamevan bi bêkarî, bêmîsoger, bêrxistin û şerden ne tendurist de pêşwazî dikin û mafên qanûna ji bo mafên rojnamevaniyê tê pênasekirin jî hatiye binpêkirin û li ser pênûsên rojnamevanan zext zêdetir dibin. Di daxuyaniyê de bang li rojnamevanan hat kirin ku bi piştevaniyê li dijî zextan têbikoşin.