Li Kerkûkê konferansa ‘Di nava şer û aştiyê de Kurdistan’ hat lidarxistin 2021-01-09 16:37:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kerkûkê bi tevlîbûna 100 delegeyan konferansa "Di nava şer û aştiyê de Kurdistan" hat lidarxistin. Di konferansê de mijara sereke êrişên Tirkiyê yên li ser herêma Başûrê Kurdistanê derket pêş.    Li bajarê Kerkûkê ya bi ser Herêma Kurdistanê ve konferansa "Di nava şer û aştiyê de Kurdistan" li salona Rewşenbîrî ya bajarê Kerkûkê bi tevlîbûna 100 delegeyan dest pê kir. Konferans ji aliyê Tevgera Zehmetkêşan a Kurdistan û Sekoya Azadî ve li dijî êrişên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê hat organîzekirin.     Delegeyên konferansê ji siyasetmedar, çavdêrên siyasî, nivîskar, rewşenbîr, çalakvanên civaka sivîl, mamosta, kesayetên diyar, endamên rêxistinan û pêkhateyên cûda pêk tên. Mijara sereke ya konferansê êrişên Tirkiyê yên li ser Kurdistanê ye.   Di destpêka konferansê de Bextiyar Mistefa axivî û da zanîn ku dagirkerî, pêşbaziya welatên bihêz, nakokiyên mezhebî, daxwaza dagirkeran, rewşa xelkê û ne wekhevî, li hemberî aştî, çareserî û jiyana hevbeş ya gelên herêmê astenge. Bextiyar got di heman demê ev sedem hemû li ser destkeftiyên gelê kurd bûne metirsiyên mezin.   Bextiyar di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li aliyek din nakokiya hizbên siyasî, dibe sedema şerek Kurd bi Kurdan. Pêwîste herkes bi awayek berpirsyarane rewşa herêmê li ber çavan bigre û şer bikin şerê aştiyê, jiyana hevbeş û çareseriyê. Ji ber ku ger helwestek yekgirtî û hevbeş nebe, dibe ku em bigihin xala dawî. Armanca vê konferansê, wergirtina fikir, pêşniyar, helwsta hemû aliyan ya dijî dagirkeriyê û pêkanîna çareserî, aştî û jiyanek hevbeşe.   TEVGERA AZADÎ: TIRKIYE DIXWAZE ÇANDA KURDÎ TUNE BIKE    Di konferansê de Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Ronak Mecîd bi sernavê "Li Başûrê Kurdistanê rehendên dagirkeriya dewleta Tirk" gotarek pêşkêş kir û wiha got: “Dewleta Tirk ji bo şikandina îradeya hêzên navxweyî kar dike. Hewl dide ji bo xwe dem peyda bike. Herwiha bi riya bazirganî û hilberînê ve dagirkeriya darayî û aborî li Başûrê Kurdistanê  berfireh bike.   Dewleta Tirk bi riya hegemonya çandî, perwerde û ragihandinê hewl dide çanda Kurd tune bike û li Başûrê Kurdistanê hegemonya xwe ya çandî, sîxorî, leşkerî û dagirkeriyê serwer bike. Divê ev pîlan metirsîdar li ser Başûrê Kurdistanê were dîtin."   HIZBA ZEHMETKÊŞAN: ÊRIŞÊN TIRKIYÊ METIRSIYÊ DIDE    Endamê Polîtborya Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê Hîwa Selîm mijarek bi sernavê "Ji Mîsaqê Milî heta roja îro nexweşe riya dagirkeriyê" pêşkêş kir. Hîwa Selîm destnîşan kir ku êrişên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê di Mîsaqê Milî de nexşe rê ji bo hatiye danîn ku Başûrê Kurdistanê weke parçeyek xwe dibîne.   Selîm diyar ku hewldanên Tirkiyê yên ji bo Başûrê Kurdistanê bixe nava nexweşeya mezin metirsîdare û got: "Piştî raperînê heta îro berpirsên Tirkiyeyê bi eşkere qala vê niyetê dikin û bi kirdarî jî rojane hewldana dagirkeriya Başûrê Kurdistanê dike. Ji bo pêşîlêgirtinê divê yekîtiya neteweyî pêk were.”   KNK: EM YEKÎTIYA XWE PÊK BÎNIN    Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Hekîm Ebdulkerîm têkildarî li ser mijara "Li şûna şerê navxweyî yekîtiya neteweyî" axivî û wiha got: "Divê êdî gelên herêmê bi xwe bîr li sîstemek û modelek nû bikin. Li dijî sîstema desthilatxwaz a çewîsîner yekîtiya neteweyî pêk bînin. Jiyana bi hev re ya gelan qebûl bikin.”   Konferans dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.