Girtiyê jiyana xwe ji dest da Yalçin hat definkirin 2021-01-09 16:47:45   ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Hadî Yalçin ê ku duh li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê jiyana xwe ji dest da, hat definkirin.    Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, girtiyê nexweşê pençeşêrê Hadî Yalçin ê ku dihat dermankirin duh jiyana xwe ji dest da. Pistî ku ji hêla malbatê ve cenazeyê Yalçin ji girtîgehê hat girtin, îro  bi tevlîbûna malbata Yalçin, Parlementerên Partiya Demokratik a Gelan(HDP) Hasan Ozgûneş, Nuran Îmîr û rêxistinên HDP'ê ya Şirnexê li Goristana Asriyê hat definkirin.    Yalçin, bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" ji 4 salî zêdetirbû girtîbû û ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin. Lê lige hemû serlêdanana jî Yalçin nehat berdan û di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da.